'Divê hemû cîhan li dijî gefên dagirkeriyê bisekine' 2019-10-08 10:51:46   Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Serêkaniyê Selwa Ehmed gefa êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û  wiha got: "Şerê ku rû bide wê şerê cîhanê yê sêyemîn  be û  dê agirê wê li  tevahî cîhanê belav bibe. Divê hemû cîhan li dijî gefên dagirkeriyê bisekine."   Hêzên Koalîsyona navneteweyî ji  nokteyên ser sînorê Tirkiyeyê yên Serêkaniyê û Girê Spî, xwe vekişandin. Vekişandina hêzên koalisyonê û rêvekirina êrîşên Tirkiyeyê bû sedema nerazîbûneke mezin a di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Têkidlarî  mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Serêkaniyê Selwa Ehmed nirxandin kir.   'Erdogan xewnên xwe yên dîrokî dixwaze îro pêk bîne'   Selwayê da zanîn  ku gefê Erdogan îro berdewamiya êrîşên li ser Efrînê ye û wiha gotina xwe dom kir: "Xewn û xeyalên Erdogan  ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê ne niha de ye, ji dîrokê  û heta  niha dixwaze van xeyalan pêk bîne. Erdogan berê herêma El Bab,Cerablûs, Ezaz û Efrîn dagir kiriye, niha jî hewl dide ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û xewnên xwe yên ji dîrokê de pêk bîne."   'Eger êrîşek çêbibe dê karesatên pir mezin rû bidin'   Selwayê qala mekanîzmaya Ewlekariya Sînor kir û wiha pê de çû: " Erdogan şerê felsefeya azadiyê û projeya Netewa Demokratîk dike. Eger êrîşek çê bibe dê karesatên pir mezin rû bidin. Tenê niha fikra berjewendiyên kesayetî li pêş e. Loma mirin û qetilkirina mirovan ji bo kesên berjewendiyên xwe difikirin ne xem e. Ger dewleta tirk êrîşî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bike ew ê rê li ber şerekî mezin bike. Îro hêzên navneteweyî li ser xwîna gelê Sûriyeyê bazaran dikin. Emerîka, Rûsiya, Rêjîma Sûrîyeyê û Tirkiye di bin maseyan de li ser qirkirina gelên Sûriyeyê li hev dikin."   'Rêjîma Sûriyeyê jî polîtîkayên Erdogan dide meşandin'   Selwayê  li hemeber bêdengiya Rêjîma Sûriyeyê ev tişt got:"Ji bêdengiya Rêjîma Sûriyeyê tê payîn ku heman polîtîkaya Erdogan dide meşandin. Bila Rêjîm jî nebe hevkarê komkujî û qirkirina gelên Sûriyeyê. Dîrok niha dibe şahidê bêdengiya Rêjîma Sûriyeyê û lehengiya şervanên azadiyê QSD'ê yên  ku ji bo gelê xwe canê  xwe feda dikin."   'Eger dewleta tirk êrîş bike dê DAÎŞ zindî bibe'   Selwayê xeteriya zindîkirina DAÎŞ'ê anî ziman û wiha  gotina xwe berdewam kir: "Yek ji mezintirîn kampê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kampa Holê ku jinên DAÎŞ'î  lê bi cih dibin. Eger Erdogan êrîş bike dê DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. Bi êrîşa Erdogan re dê DAÎŞ nefeseke din bikşîne û li ser hemû cîhanê bibe xeterî û metirsiyeke  mezin. Wê demê êdî tu kes nikare wan kontrol bike."   'Civaka navneteweyî jî ew ê ji qirkirina gelan berpirsiyar be'   Selwayê diyar kir ku civaka navneteweyî jî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê dewleta tirk û wiha dewam kir: "Eger civaka navneteweyî bêdengiya xwe bidomîne ew ê bibe şirîkê qirkirinê. Civaka navneteweyî jî ew ê ji qirkirina gelan berpirsiyar be.Tifaqên ku niha di navbera hêzên hegemon de çêdibin komployeke nû ye û li hember gelê Kurd e û ew bi xwe berdewamiya komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdulla Ocalan e. Şerê ku rû bide şerê cîhanê yê sêyemîn e û wê agirê wê li cîhanê tevahî belav bibe. Divê hemû cîhan li dijî gefên dagirkeriyê bisekine."