3'yemîn Kongreya Jinên Ciwan ên Mexmûrê dest pê kir 2019-10-08 10:31:38   MEXMÛR - Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piya" bi tevlîbûna 400 delegeyan 3'yemîn kongreya xwe li dar xistin.    Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piya" bi beşdarbûna 400 delegeyan 3'yemîn kongreya xwe li dar xistin. Kongreya jinên ciwan 2 salan carek tê lidarxistin.    Kongreya jinên ciwan bi deqeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre raporên xebatên 2 salan hatin xwendin. Axaftina vekirina kongireyê  ji aliyê endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Nûdem Yeman ve hat kirin û wiha axivî: "Di serî de em vê kongreya xwe li serokatî, tevgera jin û şehidên têkoşînê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ev kongre ji bo xeta azadiya jinê bibe çavkaniya serkeftinê. Em bi mineseta kongreya jinên ciwan de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Wê jinên ciwan bi têkoşîna xwe van êrîşan têk bibe. Ji bo em bikarin van êrîşan têkbibin û vale derbêrin, divê em bi ruhê demê re bibin yek û vê ruhê bijîn."   Piştî axaftina vekirinê 5 kes ji bo diwana kongreyê hatin hilbijartin.