KCD: Destkeftiyên gelê me di bin talûkê de ye 2019-10-08 10:20:01   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser amadekariyên operasyoneke muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got "Em dixwazin Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike biryara xwe ya şûnve vekişandinê careke din di ber çavan re derbas bike. Raya giştî ya cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriyeyê û her wiha kurdên her 4 parçeyên Kurdistanê bi rûhê seferberiyê li dijî şer û dagirkeriyê di nav piştevaniya gelê Rojava de be."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî amadekariyên operasyonek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bawer dikin ku dê Hêzên Sûriye’ya Demokratîk (HSD) ku dê piştgiriya Raya Giştî ya Cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê bibîne hewlên dagirkeriyê vala derxîne û êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tê wateya êrîşên li hemberî deskeftiyên li 4 parçeyan Kurdistanê.    'Qirkirin û koçberkirina kurdan...'   Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku faşîzma dagirkerî û polîtîkaya belavbûnê ya  ku tifaqa AKP-MHP dixwaze li  Kurdistanê pêşxe hatiye merhaleyeke  nû û veguheriye pêvajoyek gelek bi talûke û wiha hat gotin: "Ji bo dagirkirina Rojava, qirkirin û koçberkirina li dijî Kurdan bi mehane bi awayekî psikolojik, dîplomatîk, siyasî û leşkeri bingehek tê amadekirin. Tifaqa faşîst AKP-MHP dixwaze bi dagirkirina Rojava, penaberên ku koçî Tirkiyeyê kirine bicih bike û demografiya herêmê biguherîne û zêdetirî wê armanc dike ku tevahî  deskeftiyên gelên Sûriyeyê ji holê rake."   'Talûkeya wê ya ji bo tevahî mirovahiyê divê baş bê xwendin'    KCD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê tevahiya mirovayiê wê tiştî baş bixwîne û daxuyanî wiha dom kir: "Divê ev dagirkerî û tevgera qirkirinê careke din ji hêla Neteweyên Yekbûyî, DYA, Yekîtiya Ewropa, Raya Giştî ya Cîhanê û Rêxistinên Sivîl û hiqûqî ve di serî de di çarçoveya hiqûqa gerdûnî, siyasî, civakî, exlaqî, psîkolojîk û encamên wê yên leşkerî ve bê nirxandin û divê gef û talûkeya wê ya ji bo tevahî mirovahiyê baş bê xwendin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku bi destê Dewleta TC’yê rêve dibe, Ji bilî îstîla, dagirkerî û dijminahiya li hemberî Kurdan, divê aliyê wê yê ku di serî de deskeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên Sûriyeyê ku bi şehîtdayina hezaran, birîndarbûna sedhezaran û têkoşîna ji bo parastina rûmeta mirovahiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê daye dixwaze careke din zindî bike bê nirxandin û dîtin."   'Ji bo parastina mirovahiyê deh hezaran zarokên xwe feda kirin'   Daxuyaniya KCD'ê qala parastina nirx û rûmeta tevahiya mirovahiyê hat kirin û wiha hat destnîşankirin: "Di vê xala çerxerêya girîng a dirokê de, ev hewl û gefên dagirkeriyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê bi azmûn û helwestek exlaqî re beramber dihêle. Gelê Kurd ji bo parastina nirx û rûmeta tevahî mirovahiyê û jiyana xwe bixe binê ewlehiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku dîrokê jê re şahidî kiriye şer û berxwedana parastina mirovahiyê meşandiye. Ji bo parastina mirovahiyê deh hezaran zarokên xwe feda kiriye û şehît daye. Raya giştî ya cîhanê divê li hemberî vê yekî careke din bifikire û li hemberî talûkeya dagirkirin û qirkirina ku Gelê Kurd pê re rû bi rû maye erka xwe ya mirovî û helwesta xwe ya exlaqî deyne holê. Bi vekişandina Hêzên Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike tê wateya destûrdayîna dagirkirina dewleta Tirk. DYA bi vê biryara vekişandinê ne tenê ku peywir û erka xwe ya li hemberî Kurdan bicîh nîne, ev yek dê li ber zîndîbûna çeteyên DAÎŞ’ê ku li hemberî mirovahiyê gefeke bi talûkeye jî  rê veke."   'AKP-MHP bi guhertina rojêve têkçûna xwe vedişere'    Di daxuyaniyê de hat gotin ku faşîzma AKP-MHP ku her roj piştgiriya xwe ya civakê winda dike, ji krîza aboriyê ku nekarî xilas bibe, tenê maye, li ber belavbûnê ye, nekarî rêve bibe û berbi çiravê ve diçe, dagirkirina Rojava xistiye rojeva xwe û wiha dom kir: "Dixwaze bi guhertina rojevê, piştgiriya neteweperestan bigire û ji vê rewşa kambax xilas bibe. Lê bila bê zanîn ku ev êrîşa dagirkeriyê dê wê hê bêhtir bikêşe nava çiravê û dê dawîhatina wî lezgîntir bike. Divê tevahî gelên Tirkiye’yê li hemberî polîtîkayên dijminahî ku li hemberî Kurdan tê meşandin bibe xwedî helwest. Polîtîkayên şer li dijî demokratîkbûn û aramiya gelê Tirkiye’yê astengiya herî mezin e. Kurdên li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn tu demî li hemberî Tirkiye’yê nebûne gef û talûke."   'Destkeftiyên gelê me di bin talûkê de ye'   KCD'ê bi daxuyaniya nivîskî da zanîn ku Gelê Kurd armanc dike di serî de bi gelên Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn re jiyanake di nava aramî û aştiyê de ava bike û bijî û wiha hat gotin: Li hemberî vê rastiyê, ji bo Tirkiye hê bêhtir nekeve çiravê û dengderxistina li dijî şer û dagirkeriyê. Em di serî de bang li tevahî gelên Tirkiye, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, kesên ku ji gelên xwe hez dike û nirxên demokrasiyê diparêze dikin û dixwazin dengê xwe bilind bikin. Êrîşa li dijî Rojava, ji êrîşên li dijî deskeftiyên li 4 perçeyan Kurdistanê ne serbixwe ye. Ji ber vê sedemê, tevahî gelên me yên li 4 perçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl bi awayekî seferberî divê li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bi rûhê Yekîtiya Netewî û Piştevaniya di asta herî jor de li hemû qadan bertek û nerazîbûna xwe bide nîşan. Divê dema dîrokî de helwesta Netewî neyê nîşandan, divê rastiya tevahî deskeftiyên gelê me di bin talûkê de ye bê dîtin."   'Hewldanên dagirkeriyê vala derxînin'   Daxuyaniya nivîskî wiha bi dawî bû: "Di ronahiya van rastiyan de; Em dixwazin Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike biryara xwe ya şûnve vekişandinê careke din di ber çavan re derbas bike, li hemberî qirkirina li dijî gelê Kurd li gel wan cih bigire, Raya giştî ya cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê û gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê bi rûhê seferberiyê li dijî şer û dagirkeriyê di nav piştevaniya gelê Rojava de be. Em bawer dikin ku dê Hêzên Sûriye’ya Demokratîk (HSD) ku dê piştgiriya raya giştî ya cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê bibîne hewldanên dagirkeriyê vala derxîne.