'Em ê çeka zarokên xwe rakin û şer bikin' 2019-10-08 09:22:26   Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ - Dayikên ku li Hesekê dijîn li hemberî gefên dewleta tirk nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Bi xwîna zarokên me axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rizgarkirin, pêwîs bike em ê jî çeka zarokê xwe rakin û şer bikin."   Piştî Erfînê, dewleta Tirk niha gefan li dijî Herêmê  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Dayikên ku zarokên xwe di şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de windakirine li hemberî gefên Tirkiyeyê û bêdengiya raya giştî nerazîbûnên xwe nîşan da û gotin dê li çeperan axa xwe biparêzin.    'Pêwîs bike ez ê jî rakim çeka lawê xwe û ber xwe bidim'   Siltanê Emîn diyar kir ku dê rê nedin gefan û wiha got: "Şoreşa  teqez kir ku çawa destpêkê Serêkaniyê ji çeteyên Tirkiyeyê ku bi navê cûda êrîş kirin û hat rizgar kirin îro jî em rê nadin dagirkeriya Bakurê Sûriyeyê. Bi xwîna zarokên me xaka Serêkaniyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat rizgarkirin. Piştî ku Emerîka dît ku Şervanên me YPJ/YPG'ê leheng, wêrek û hember çeteyên DAIŞ'ê berdêlên giran bûha dan, ji bo berjewendiyên xwe ked nava xakên me. Îro jî li hember xaka me gef û êrîşên dagirkeriyê didome, eger were xwestin, ez ê jî çekê rakim û ber xwe bidim."   'QSD'ê em parastin, em ê li kêleka wan jî di çeperan de bin'   Elya Ezawî, got ku yan jiyaneke azad an jî mirineke bi rûmet û wiha pêde çû: "Erdogan dijminahiya Kurdan dike, li vir ne tenê kurd û ereb, suryan, aşûr û şîşan jî jiyan dikin. Em û kurdan yek ruh û destin, êrîşa ku were ser kurdan wê were ser me jî. Dema ku DAIŞ tax, bajar û herêmê ereban girtin Rêjîma Sûriyê rê da wan û reviyan, ji ber wê jî me û kurdan dest kir destê hev û hember hemû rengê êrîşan ber xwe dan. QSD'ê em parastin û em ê li kêleka şervan û zarokên xwe di çeperan de bin û xaka xwe biparêzin."   'Bila Rêjîm gelê Sûriyê neke qurbana tîfaqên xwe'   Elyayê bang li Rêjîma Sûriyê kir ku bila ew jî destek nede hêzên komploger û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîste Rêjîma Sûriyê destekê nede hêzên komploger ku ji wiha zêdetir xaka Sûriyê dagir û parçe bikin. Tu mafê Erdogan jî tune ye ku îro bostek ji xaka me dagir bike. Bila Rêjîma Sûriyê gelê Sûriyê neke qurbana tîfaqên xwe yê qirker."