Jinên Girê Spî: Bedena me dîwar û pira parastina axa me ye 2019-10-08 09:20:42   GIRÊ SPÎ - Şêniyên Kantona Girê Spî li dijî gefên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê çalakiyên mertalên zindî yên bêdem dan destpêkirin, jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin: "Dewlat tirk dixwaze kaosên xwe veşere. Em wekî her car niha jî bi serkeftina xwe bawerin. Em dest ji berxwedana xwe bernadin."   Li dijî gefên dewleta tirk yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Kantona Girê Spî sê çalakiyên mertalên zindî li ser sînoran, dan destpêkirin. Çalakî li gundê Nis Til, Meşreft El-Izo yên li Rojhilatê Girê Spî û li taxa El-Munbetih li Rojavayê Girê Spî hatin lidarxistin. Li gorî bernameya çalakiyan, wê rojane gel û hemû saziyên Kantonê dewir bigirin û ji Kantona Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqayê jî serdan û piştgirî werin kirin. Di çarçoveya helwestên gel yên li dijî dagirkeriyê, jinên ku cihê xwe di çalakiyên mertalên zindî de girtine nêrînên xwe parvekirin.   'Em ê dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin'   Wedha Berces wiha nêrîna xwe anîn ziman: "Ji bo ku em li dijî gefên dewleta tirk bisekinin em her tim amede ne. Dewleta tirk rê li ber çeteyên DAIŞ'ê negirt dema ku ji sînorên wan derbasê axa me bûn û gelê me qetilkirin. Berovajî Tirkan destek û piştgirî dan çeteyan da ku xeyalên wan bi cih werin. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Sûriyan û Ermen ji bo welatê xwe yekin û tu cudahî di navbera me de tune ye. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê dest ji têkoşîn û berxwedaniya xwe bernedin."   'Dewleta Tirk dixwaze kaosên xwe veşêre'   Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismayîl destnîşan kir ku dewleta Tirk dixweze bi rêya vê rojevê hemû pirsgirêk û kaosên ku Tirkiya jiyan dike, derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û wiha domand: "Dewleta tirk dixwaze bala cîhanê bikşîne ser gefên xwe da ku krîzên di hûndir Tirkiyê de veşêre. Dewleta Tirk projeya netewa demokratîk û wekheviya gelan nepejirand, ji ber wê jî ew dixwazin ku gelê Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe qir bike û komkujiyan bide çêkirin."   'Em bi sekeftina xwe bawerin'   Hêvînê behsa çalakiyên mertalên zindî kir û got: "Gelê Girê Spî wê berxwedana xwe li ser sînoran bidomînin. Em dixwazin bi rêya her sê çalakiyên xwe vê peyamê bidin, bedena me pira derbasbûna dewleta tirk ji Bakurê Sûriyeyê re ye û em ê rê nedin êrîşên wan. Dewleta Tirk çiqas hewil bide jî wê nikarbin îradeya me bişkînin. Her vekşîna hêzên Emerîka jî ne xema me ye, hêza me yekîtiya me ye.  Welatê me bi saya xwîna zarokên me rizgar bû loma em bi serkeftina xwe bawerin."   'Zarokên me xwe fedayî vê axê kirin, em ê axa xwe biparêzin'   Fadiya Şerîf Xelîl jî wiha got: "Ev welat, welatê me ye, ji ber vê jî kesên biyanî nikarin axa me dagir bikin. Kesên biyanî nikarin me biparêzin jî. Zarokên me xwîna xwe fedayî vî gelî û vê axê kirin, ji ber wê jî em ê li gel zarokên xwe bin. Bedena me dîwarê parastina vî welatî ye."