Avesta Ziman dest bi dema nû ya perwerdê kir 2019-10-08 09:16:14   ÎZMÎR - Mamosteya Kurdî Kurdiye Irgat diyar kir ku tevî Kurd li metropolan bi otoasîmîlasyonê re re rû bi rû ye jî daxwaza wan ya ji bo fêrkirina ziman zêde bûye û got kurdî biqasî li kolanê tê axaftin divê li akademiyan jî bê axaftin û perwerdeya kurdî bê dayîn.   Navenda Perwerdeya Ziman Avesta ku perwerda bi Kurdî Îngîlîzî dide dest bi dema xwe ya nû ya perwerdê kir. Mamosteya Kurmancî Kurdiye Irgat bi lêv kir ku daxwaza ji bo fêrkirina zimanê Kurdî her sal zêdetir dibe û her ku daxwaz zêde dibe zextên li ser ziman jî divê rabin.   Kurdiyeyê bilêv kir ku ji bo kurdî li metorpolan belav bibe divê li kolan û akademiyan bê axaftin û perwerde pê bê dayîn û divê malbat li her derê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin.   ‘Kurd bi otoasîmîlasyonê re rû bi rû ne’   Kurdiye Irgat ya sala borî li navenda Ziman a Avestayê dest bi xebatê kir, niha pola wê heye. Kurdiyeyê da zanîn ku li gorî kategoriyên wek yên kurdî qet nizanin, kêm dizanin, yên fêm dikin pol vekirine û di asta yekemîn de kurdî didin fêrkirin, ew jî bêhtir Tirkî fêr dikin. Kurdiyeyê daxuyakirin ku kurdî li her derê rastî astengiyan tê û got: “Kurd bi otoasîmîlasyonê re hatine rû hev. Li metropolan û bajarên din zimanê tirkî tê bikaranîn. Zarok jî ji neçarî tirkî diaxivin. Dayikên ji gundan koç kirine, bav çend gotin tirkî bizanin jî zarokên wan tirkî diaxivin. Ev tiştekî ne baş e. Zextên li ser kurdî kêm bibin wê daxwaza ji bo kurdî jî zêde bibe.”   Kurdiyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ciwanên kurd yên li metropolan perwerda tirkî dibînin piştre hewcedariya zimanê kurdî hîs dikin û divê pirtûkên kurdî bên derxistin, fîlm bên kişandin, kanalên kurdî hebin ku fêrkirina ziman hêsan be. Kurdiyeyê wiha dawî lê anî: “Daxwaza me ev e ku malbat li her derê bi zarokan re kurdî biaxivin. Divê dereng nemînin. Zimanên wek elmanî, îngîlîzî çawa tê fêrkirin divê yê kurdî jî wisa be. Li malê axaftin têr nake. Divê li kolan û akademiyan jî bê bikaranîn. Em di vê mijarê de bi hêvî ne.”