Evîn Paşo: Hêz û helwesta Abdullah Ocalan rê neda pêkanîna polîtîkayên dijmin 2019-10-08 09:08:01   Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê, Evîn Paşo têkildarî Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998’an got: "Paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser rastî, wekhevî û jiyaneke azad e. Hêzên emperyal ên ku azadî û aştiya cîhanê naxwazin ev paradîgmaya li dijî berjewendiyên xwe wekî talûke dîtin û piştgirî dan komploya 9'ê Cotmehê."   Ji ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998’an a li dijî  Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan 21 sal derbas bû. Ev komplo bi armanca tunekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera Kurd dest pê kir. Ev komplo di 15'ê sibata 1999’an de bi operasyoneke navneteweyî re bi dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam kir. Her wiha  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û gefên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dewama komployê ye. Têkîldarê 9'ê Cotmehê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo nirxandinên girîng kir.   'Dengvedana paradîgmaya Rêber Apo komplo vala derxist'   Evîn Paşo 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan şermezar kir û got: "Di 6’ê Gulana 1996’an de li ser Rêber Apo komployek hat pêkanîn û wesayîtek hat teqandin. Lê belê Rêbertî ev yek vala derxist. Di 9’ê Cotmehê de hêzên navneteweyî xwestin Rêber Apo ji Sûriyeyê derbixin û bi vî awayî tevgera azadiyê tune bikin. Lê ji ber ku paradîgmaya Serokatî hem li Rojhilata Navîn hem jî li cihanê deng vedabû hêzên navnetewî jî bi tirs bûn. Wê demê asta tevgera azadiyê bilind bû û paradîgmeya Rêber Apo  deng vedabû. Vê yekê jî bi hêzên navnetewî re tirs ava kir. Lewma heta roja îro jî komplo li ser Serokatî dewam dike."   'Komploya 9’ê Cotmehê bi polîtîkayên tunekirinê hê jî didome'   Evînê bal kişand ser dengvedana paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahî cihanê û wiha dewam kir: "Di dîrokê de cara yekemîn e Serokek bi vî rengî têkoşînek daye.  Ji ber vê hemû dewletên navneteweyî hevkariya hevdu kirin. Komploya 9’ê Cotmehê di serî de ji gelê Kurd re, ji tevahiya mirovatiyê re wekî rojek reş ew ê bimîne. Ev komplo bi polîtîkayên tunekirinê hê jî didome."   'Hêz û helwesta Abdullah Ocalan rê neda pêkanîna polîtîkayên dijmin'   Evînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Di vê komployê de tiliya hemû dewletan hebû, armanca dijmin ew bû ku Serokatî radest bigirin û ji gel qut bikin, lê belê Serokatî ji bilî azadiyê tu tişt nepejirand. Birîtaniyayê jî daxuyanî da û gotibû PKK’ê dê di nava 6 mehan de xilas bibe. Lê belê hêz û helwesta Rêbertî rê neda ku ev yek pêk bê û tevgera azadiyê carek din bi fikir û felsefeya xwe ya azad komî ser hev kir di heman demê de gel bi fikir û felsefeya wî,  zêde hatin girêdan. Hêz û helwesta Abdullah Ocalan rê neda pêkanîna polîtîkayên dijmin."   'Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û azadiya Rêbertî asta têkoşînê divê em mezin bikin'    Evînê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku asta têkoşînê mezin bikin û got: "Em ê weke jin heta azadiya Rêber Apo û rizgarkirina Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta tirk têbikoşin. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û azadiya Rêbertî asta têkoşînê divê em mezin bikin."