ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-10-08 09:00:00     *Derbarê hemleya Hevya Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad a Rojava ya ji bo hişyarkirina jinan a li ser nexweşiya pençeşêra pêsîran ku heta dawiya meha cotmehê wê bidomê, Hevsroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê û Rêveberiya Beşa Tendrûstî ya Weqfa Jina Azad Şîlan El-Belo gotin:"Armanca Hemleya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad ji bo nexweşiya pençeşêra pêsîran hişyarkirina jinan e."BI DÎMEN   *Her malek çîrokek wê heye. Lê haya kesî ji kesî din nîne… Jina ku hemû çîrokên malan dizane, her serê sibêhê bi barekî giran ji mala xwe derdikeve, diçe malek din û dibe şahîdê çîrok û jiyaneke din. Her jiyan ji bo wê balkêş e. Guhdarî hemû jiyana jinan dike. Lê kesek guhdariya wê nake û hewceyî bi guhdarkirina çîroka wê nabînin… Mirov nizane çîroka kê ji ya kê girantir e. JI PÊNÛSA JINAN   *Maral Xazal a ku ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ye pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Keserên Dilmayî” weke serhildana jinên Kobanê pênase kir û wiha got; “Êş û koçberî li ser xaka Mezopotamyayê kêm nema tu carî. Lê li dijî zilmê me tu car jî serî netewand. Minaka vê yekê Kobanê ye.” BI DÎMEN   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê, Evîn Paşo têkildarî Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998’an got:"Paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser rastî, wekhevî û jiyaneke azad e. Hêzên emperyal ên ku azadî û aştiya cîhanê naxwazin ev paradîgmaya li dijî berjewendiyên xwe wekî talûke dîtin û piştgirî dan komploya 9'ê Cotmehê." BI DÎMEN   *Jinên werzîşkar ên Koma Voleybolê ya Jinan a Cizîrê ku ji bajarên cuda jî kesên hatine tevlî bûne, bi lêv kirin ku armanca wan ew e xwe bigihînin asta herî jor û wiha gotin: “Ji bo pêşxistina vê komê tişta ji destê me bê em ê bikin. Bi Koma Jinan a Voleybolê ya Cizîrê em ê bi ser kevin."  BI DÎMEN   *Endamên Meclîsa Jinan a Tumbel-Sen diyar kirin ku tayînkirina qeyûman êrîşek li dijî destkeftiyên jinan e û got: “Qeyûm sazîbûna êrîş û şîdetê ye. Divê hemû jin li dijî qeyûman têbikoşin.” BI DÎMEN   *Yek ji damzerînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal da zanîn ku ji bo pirsgirêka kurd û globalbûnê ya li Tirkiyeyê çareser bibe divê destura bingehîn ya nû bê nîqaşkirin û wiha got: “Ji bo gelek mirovan nîqaşên destura bingehîn ya nû dibe ku gelek luks bê. Em destura bingehîn ya 82’an jî nikarin pêk bînin. 2010 zêde ne dur e. Di nîqaşên destura bingehîn de cihekî ku her kes wekhev dihat temsîlkirin, hemû partiyên siyasî wekhev temsîl dikir bû.” BI DÎMEN   *Der barê parlamentera berê ya HDP’ê ya niha girtiye Gulser Yildirim de 8 fezleke hatibûn amadekirin û doz hatibû vekirin. 13’emîn runiştina dozê wê sibê bê dîtin. Her wiha di çarçoveya dozê de jî 18 sal ceza ji Guserê re tê xwestin.   *Mamosteya Kurdî Kurdiye Irgat diyar kir ku tevî Kurd li metropolan bi otoasîmîlasyonê re re rû bi rû ye jî daxwaza wan ya ji bo fêrkirina ziman zêde bûye û got kurdî biqasî li kolanê tê axaftin divê li akademiyan jî bê axaftin û perwerdeya kurdî bê dayîn. BI DÎMEN   *Rojnameger Semra Turan ku şahidiya komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê kir wiha got: “Ez yekem car bûm şahidê mirina mirovan. Bêguman refleksa min ya rojnamegeriyê girantir bû. Min ligel wê şoqê karê xwe kir. Min her derê teqînê kişand. Ez nizanim ku min çawa her ker kişand. Tenê min digot bila her der bê kişandin û bê dîtin.” BI DÎMEN   * Şêniyên Kantona Girê Spî li dijî gefên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê çalakiyên mertalên zindî yên bêdem dan destpêkirin, jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin: "Dewlat tirk dixwaze kaosên xwe veşere. Em wekî her car niha jî bi serkeftina xwe bawerin."BI DÎMEN