Hîllary Clînton: Îxanet li Kurdan kirin 2019-10-07 17:55:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hîllary Clînton, derbarê rêveberiya Trûmp a pêşî li operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir de wiha got: "Serok, ligel mitefîkên me yên sadik û berjewendiyên Emerikayê, bi serokên otorîter ên Tirkiye û Rûsyayê re ref girt. Biryara Trump îxaneteke dil xelandinê ye."    Wezîra Karê Hûndir a berê Hîllary Clînton ku di hilbijartina 2016'an a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de hevrikê Doland Trump ê ji bo Serokatiyê hat hilbijartin bû, derbarê rêveberiya Doland Trûmp a pêşî li operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir de daxuyanî da û biryara Trump bi zimanekê tund rexne kir.    Hîllary Clînton, di daxuyaniya da de wiha got: "Em ji hev re vekirîbin. Serok, ligel mitefîkên me yên sadik û berjewendiyên Emerikayê, bi serokên otorîter ên Tirkiye û Rûsyayê re ref girt. Biryara Trump îxaneteke ku dil xelandinê ye. Ev biryar hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo soza peywirê, îxaneteke dil xelandinê ye."