Gelên Herêma Cizîrê berê xwe dan Serêkaniyê 2019-10-07 17:17:00   SEREKANIYÊ - Bi armanca şermezarkirina gef û tehdîdên dewleta tirk bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê berê xwe dan ser sînorê Bakur û Serêkaniyê.   Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê di seatên sibehê de bi armanca êrîşên dewleta tirk şermezar bikin berê xwe dan bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê û bi tevlibûn gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji herêma Til Helef heta ser sinorê  navbera Bakur  û Serêkaniyê hat berdewamkirin. Di meşa ku hat lidarxistin de bi sedan ji şêniyên herêma Cizîrê yên Serêkaniyê, Kantona Hesekê û Qamişlo tevî sazî, dezgehên civakî û Kongreya Star di meşê de amade bûn. Di meşê de alên Kongreya Star, PYD'ê, YPJ/YPG'ê û QSD'ê û bi pankartên bi nivîsa "Em li ser xaka xwe tu kesên biyanî qebûl nakin",  û "Ji dagirkeriyê re na" hatin vekirin. Herwiha bi armanca parastina sînor li Serêkaniyê Konê Mertalên Zindî jî hat vekirin.    Konê Mertalên Zindî hat vedan   Piştî meş bi dawî bû kesên teli meşê bûn berê xwe dan Konê Mertalê Zindî ku hat vekirin mertalên zindî. Li konê ku hat vekirin axaftin hatin kirin û li ser navê Kongreya Star Evîn Sûwed û li ser navê Rêveberiya Xweser Nûra Hena axivîn. Di axaftinê de bal hat kişandin ser  yekitiya gelan û tevahî netewên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt hat gotin: "Li beramberê hemû êrîşên ku werin ser xaka me, em  tucaran qebûl nakin û heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û li ser piyanbin."   Dê her cure çalakî bên lidarxistin   Di konê Mertalên Zindî ku li Serê Kaniyê hat vedan û şêniyên Qamişlo, Serêkaniyê û Amûdê nobeta îro dewer girtin. Li konê ku hat vedan dê her cure çalakî bên lidarxistin.