'Serî hildin, berxwe bidin, faşîzme têk bibin' 2019-10-07 16:10:10   ŞENGAL - Bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê despêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan,  Yekîtiyên Jinên Ciwan ên Êzidî daxuyanî da. Daxuyanî li Geliyê Kersê Baxçe Serokatî hat xwendin. Daxuyanî ji aliye Avesta Xabûr hat xwendin.    Bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê despêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan,  Yekîtiyên Jinên Ciwan ên Êzidî daxuyanî da. Daxuyanî li Geliyê Kersê Baxçe Serokatî hat xwendin. Daxuyanî ji aliye Avesta Xabûr hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê gelê kurd teslîmî lîstok û komployan nebin.    Daxuyanî wiha ye:   Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî Roja 9'ê Cotmehê Komploya li ser Serokatî bi tundî şermezar dikin. Ev komploya bi destê hêzên hegenomîk hatiye destpêkirin. Ev 21 sal in bi listokên cuda tecrîd hîna derdewam dike.Bi vê komployê xwestin ku hebûna gelê Kurd û îradeya gelan tune bikin. Çawa ku di dîrokê da her pêşengên serhildanê Kurdan hatine qetilkirin wekî Şex Seîd û Seîd Riza îro jî di şexse Rêber Apo de dixwazin wê dîrokê dubare bikin. Ji ber ku fikrê Rêber Apo metirsiyeke ji bo na dewletan ava dike û rastiyan wan derdixe holê. Ev komplo jî di roja me ya îro de bi destê dewleta tirk bi girankirina tecrîdê û êrîşên xwe li ser civakê  dijwartir kiriye. Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan têkoşîn dike.   'Serî hildin, berxwe bidin, faşîzme têk bibin'   Em ê wekî jin her dem li dijî van komplo û lîstikan derkevin. Ji ber ku Serokatî ji bo azadiya jînê derîyek vekiriye. Ji bo em xwedî li fikrê Rêbertî, derbikevin û xwedî li nasname xwe derbikevin em ê her dem li dijî lîstik û komployê qirêj derbikvin. Bangewaziya me ji bo hemû jinên Ciwanên Êzidî ew e ku li dijî komploya navdewletî serî hildin, berxwe bidin, faşîzmê têk bibin û bi Rêbertî re azad bîjîn. Serî hildin, berxwe bidin, faşîzme têk bibin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bimre komploya navneteweyî","Bimre îxanet û dagirkerî","Bijî Serok Apo","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.