'Lêpirsîna derbarê kuştina Nadîra Kadîrova de ne bê alî ye' 2019-10-07 16:00:59   ENQERE - Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê derbarê întîhar bi gûman a Nadîra Kadîrova ku li malê ŞÎrîn Unal ê AKP'yî pêk hat de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wekî hiqûqnasên jîn em nikarin xwe bigihînin dosyê û em tên astengkirin. Em ne bawer ku lêpirsîna hatiye kirin bê alî be."   Komîsyona Jinan a Naveda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê jina Ozbekî Nadîra Kadîrova ku li mala parlamenterên AKP'ê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da. Komîsyonê xwest ku biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê bê rakirin û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Di serî de em dikarin bibêjin ku lêpirsîna derbarê întîhara Nadîrova ya bi gûman ne li gorî Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê ye. Biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê jî ku parêzerên dozê biparêzin asteng dike û ev jî diyar dike ku lêpirsîna hatiye destpêkirin bê alî nehatiye kirin."