Kongreya Star: Gef û êrîşkariya li ser Rojava planên îmha û înkarkirinê ye 2019-10-07 15:51:23   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava derbarê gefên dewleta tirk ên êrîşkirina heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku, bi hev re dengê xwe bikin yek û şoreşa azadiya gelên heremê bi hevdu re biparêzin."   Îro di saetên sibehê de hêzên koalîsyona navneteweyî ji nokteyên sînor ên bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê û Girê Sipî yên li herêma Firatê dest bi vekişandinê kirin. Koordinasyona Kongreya Star a Rojava gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got: "Gef û êrîşkariya li ser Rojava pilanên îmha û înkarkirina Gelê Kurdan û gelên azadixwaz îfade dike."   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di roja me ya îro de, hêzên dagirker dixwazin di şexsê dagirkirina  Rojhilat û Bakurê Suriyeyê de  careke din îkdidara xwe li ser gelên heremê bidin avakirin. Gef û êrîşkariya li ser Rojava pilanên îmha û înkarkirina Gelê Kurdan û gelên azadixwaz îfade dike. Ev çend roj in îtîfaq û lihevkirinên di navbera dewleta tirk, Îran, Rûsya û hwd. de têne çêkirin, li ser esasê ku di heremê de sîstema ku tê avakirin dixwazin ji holê rabikin û bi guhertina demografyayê ve hemû siyaset û dewlemendiyên heremê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.  Her wiha, taybet li ser destkeftiyên Rojava pilanên êrîşkirin û dagirkirinê dixwazin pêk bînin û li ser sîstema heremê hegomanyaya xwe  ji  nû ve zindî bikin.   'Hemû jin li hemberî vê pêvajoya dijwar têdikoşin'    Gelên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê li gor şert û mercên dagirkeriyê bi her awayî xwe amade kirine û tedbîrên parastinê jî pêk anîne. Tenê ne gelê Kurd di heman demê de hemû pêkhateyên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê li hemberî zihniyeta dagirker û desthilatdariya herêmê destkeftiyên Şoreşa Rojava û avakirina sîstema civaka demokratîk ava dikin û diparêzin. Weke pêşeng  û avakerên şoreşa azadiyê, hemû jinan  hêza xwe li hemberî vê pêvajoyê didin meşandin û têkoşîna destkeftiyên şoreşa jinan jî diparêzên."   'Şoreşa Rojava ji hemû jinên cîhanê re hêviyek daye avakirin'   Bi berxwedana  Kobanê ve hemû tecrube û destkeftiyên şoreşa Rojava di pêşengtiya jinê de ji bo hemû jinên cihanê bûye navenda têkoşîna jinan. Şoreşa Rojava ji daxwazên azadî û wekheviyê,  ji hemû jinên cihanê re jî  bûye pratîkek û heviyêk daye avakirin.  Li gor vê yekê divê hemû jinên cihanê yên têkoşer û berxwedêr li hemberî zihniyeta mêr a êrîşkar û dagirker  dengê xwe bikin yek û li dijî polîtikayên şer derbikevin.   'Ev şer pêk were di heman demê de şerê di navbera Hêzên NATO û gelan îfade dike'     Di roja me ya îro de, bi pêşengtiya ABD'ê hemû hêzên navneteweyî  di şexsê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixwazin  hemû heremê û Rojhilata navîn bigirin bin desthilatdariya xwe û li gor berjewendiyên xwe yên  siyasî di nava xwe de heremê parve bikin. Divê bê zanîn ku ev şerê ku pêk were, di heman demê de şerê di navbera hêzên NATO'yê û gelan îfade dike. Ji ber  dixwazin, Lozana duyemîn di roja me ya îro de careke din  zindî bikin. Di heman demê de li beramberî gef û qirkirina  li ser heremê bêdengiya Netewên Yekbûyî (NY) ew ê wan bixe nava hevkariya vê qirkirin û dagirkirinê. Bi vê yekê ve girêdayî şoreş û destkeftiyên Rojava ji van daxwazên xwe re kirin cihê şer û pilanên xwe yên êrîşkarî û dagirkeriyê  li ser Rojava pêk tînin. Lê belê, şerê ku li Rojava biqewime wê hemû dinyayê bide berxwe û hemû jiyana cîhanê bi awayekî neyînî  tesîr bike. Di heman demê de serkeftina Rojava jî wê ji pêşeroja jinan û mirovatiyê re, bandorek erênî derbixe holê û deriyê jiyana azad û wekheviyê ava bike.   'Gel û jinên kurdan, tevî bi gel û jinên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê re Rojava biparêzin'   Li ser van esasan, di şexsê Trump, Pûtîn û Erdogan de, dagirkirin û tunekirinê li ser herêmê pêk tê.  Di şexsê Rojava de li hemberî vê zihniyetê,  şoreşgerên jinan û gelên demokratîk ên cîhan û heremê, em banga têkoşînê dikin. Gel û jinên Kurdan, tevî bi gel û jinên Rojhilat û Bakurê Suriyeyê, çawa ku duh Rojava bi hevdu re parastin wê îro jî li dijî dagirkeran, Rojava biparêzin. Em dixwazin ji vê yekîtiya parastinê re dengê jinên cihanê jî lê zêde bibe. Bangewaziya yek deng û yek rihî em bi hevdûu re ava bikin.   'Parastina Rojava, parastina jiyana azad û demokrasiyê îfade dike'    Van nirxên ku hatine destgirtin û qezençkirin ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û azadiyê ye.  Parastina Rojava jî parastina jiyana azad û demokrasiyê îfade dike û ev parastin erka hemû jinan û gelên  şoreşger ên  cihanê ye. Divê li hemberî  tunekirin û êrîşkirina destkeftiyên Rojava gel û jinên şoreşger û azadixwaz dengê xwe bilind bikin û hêza xwe bikin yek. Bangawaziya wekhevî û demokrasiyê vê berpirsiyariyê ji me dixwaze.   'Hemû hêzên demokrasiyê û jinên şoreşger ên cîhanê em bang dikin qadan'    Di vê wateyê de, hemû hêzên demokrasiyê û jinên şoreşger ên cîhanê ji bo têkoşîn û piştgiriyê, em bang dikin ji bo herkes derkevin qadan. Em bi hev re dengê xwe bikin yek û şoreşa azadiya gelên herêmê bi hevdu re biparêzin. Dîsa, em bang hemû gelên azadixwaz  dikin ku li hemberî zihniyeta dagirkeriyê bisekinin û destkeftiyên jiyana demokratîk û azad  ên gelên heremê bi hevdu re biparêzin û vê zihniyeta dagirkeriyê ji holê rabikin.