TJA: Pirsgirêka Sûriyeyê bi şer çareser nabe 2019-10-07 15:49:52   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser operasyona leşkerî ya li hemberî Bakurê Sûriyeyê û wiha hat gotin: "Em bang li femînist, hêzên demokratîk û azad, ekolojîst, kedkar, karker, hunermend, ciwan û jinan dikin ku li hemberî polîtîkayên şer helwest nîşan bidin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tevgera leşkerî ya li hemberî Bakur Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tifaqa AKP û MHP'ê bi şer û zextan xwe li ser piyan digire û wiha hat gotin: "Bi tevgera leşkerî dixwazin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Dixwazin xwe zîndî bikin û polîtîkayên ku têk çûyî veşerin."   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat diyar kirin: "Tevgera leşkerî ya ku li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê destpêkirin nayê qebûlkirin. Tevgera leşkerî tenê dê bibe sedema şer û nabe sedema aramî, aştî û demokrasiyê. Çareserî bi şer pêk nayê. Çareserî bi muzakere û demokrasiyê pêk tê. Em bang li femînist, hêzên demokratîk û azad, ekolojîst, kedkar, karker, hunermend, ciwan û jinan dikin ku li hemberî polîtîkayên şer helwest nîşan bidin."