Li Amedê Nobeta Demokrasiyê 50 roj li pêy xwe hişt 2019-10-07 14:58:29   AMED - Li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê Nobeta Demokrasiyê pêk hat û di nobetê de parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Tu şer wê nikarin destkeftiyên Gelê Kurd tune bikin. Em ê li dijî şeran li ber xwe bidin û em ê qezenc bikin.”   Çalakî û nêrazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Wan, Amed û Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê hatin destpêkirin. Nobet di roja 50’iyan de dewam kir. Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê, weke her car li cadeya Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin.  Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDP’ê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.     Girseyê di çalakiya nobetê de berek nîşanî gef û planên operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelan” berz kirin.    Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan piştî çalakiyê dest pê kir axivî û wiha got: “AKP û MHP ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, biryara şer daye û lê wê tu kes ji vî şerî qezenc neke.” Ceylan, da zanîn ku ewê li dijî vî şerî seknek bi hêz nîşan bidin û got: “Yên ku li ser xwîna gelê Kurd lihev dikin wê winda bikin û gelê kurd dê qezenc bike.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz di nobetê de axivî û diyar kir ku jî ev 50 roj in berxwedana wan dewam dike û wiha axivî: “Yên ku nelîrêtiyên qeyûman danîn holê, ji kar hatin avêtin. Bi sedsalane şer ferzî Kurdan dikin. Gelê Kurd wê tucarî paşve gav ne avêje. Êrîşî Rojava kirin, di heman demê de êrîşî yekîtiya gelan kirine. Me li Efrînê dît. Me nelirêtiyên hatin jiyîn dîtin. Em ê êrîşên li ser çand û vîna gelan dît. Şerê wê derê wê bê wateya tunebûna desthilatdariyê. Tu şer wê nekarin destkeftiyên Gelê Kurd tune bikin. Em ê li dijî şeran li ber xwe bidin û em ê qezenc bikin.”