TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya vê mehê aşkera kir 2019-10-07 14:29:42   ÊLIH - TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya vê mehê aşkere kir. Bername ji aliyê Aktivîsta TJA’yê Derya Aslan ve hat aşkerakirin. Derya wiha got: “Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Ji bo guhertinê tu jî rabe ser piyan” de bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir. Civîna çapemeniyê li Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê hat lidarxistin û aktivîstên TJA’yê beşdar bûn. Aktîvîsta TJA’yê Derya Aslan, daxuyanî da û wiha got: “Bernameya meha Cotmehê ya kampanyayê, wê bibe meha perwerdê ya ji bo jinan. Ev meh wê ji bo jinan bibe meha perwerdê. Em ê di heman demê de xebatên parastina çewherî û zayendiya civakî bi rêve bibin. Di meha Cotmehê de em ê bi dirûşma azadiyê têkoşîna jinan dewam bikin.”    Bernameya meha cotmehê ya TJA'yê wiha ye: “Di 8’ê Cotmehê de li navçeya Hezoyê wê jin bên gelhev.  Di 10’ê Cotmehê de bi tevlîbûna Ayla Akat wê civîn bê lidarxistin. Di 11’ê Cotmehê wê li Taxa Çamlica civîn bê lidarxistin.  Di 12’yê Cotmehê de wê li Taxa Gap civîn bê lidarxistin. Di 13’ê Cotmehê de wê li Taxa 19’ê Gulanê civîn bê lidarxistin. Di 14’ê Cotmehê de wê Taxa Cûdî civîn bê lidarxistin. Di 21’ê Cotmehê de wê li Gundê Bleyder civîn bê lidarxistin. Di 23’yê Cotmehê de wê li gundê Reşiye yê Heskîfê civîn bê lidarxistin. Di 25’ê Cotmehê de wê li navenda navçeya Qubîn civîna jina azad bê lidarxistin.”   Herwiha deryayê da zanîn ku wê di 28’ê Cotmehê de li Bajaroka Giresira çalakiya xwendina pirtûkan li dar bixin û di 31’ê Cotmehê de wê panelekê jî li dar bixin.