Şêniyên Girê Spiyê li dijî êrîşan helwesta xwe nîşan dan 2019-10-07 14:15:53   GIRÊ SPÎ - Bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî li dijî gefên dewleta tirk yên li ser Bakurê Sûriyeyê meşeke protestoyî li dar xistin.    Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî bi hemû pêkhateyên xwe meşa bi maşîneyan lidarxistin. Çalakvanan wêneyên cangoriyên azadiyê, alên YPJ/YPG'ê û QSD'ê hildabûn.    Karwanê maşîneyan ji ber çarxereya El-Elem destpê kir û ber bi gundê Meşrefa El-Izo yê li Rojhilatê Girê Spî ku li hember Sînorên dewleta tirk e rawestiye, gel li gund helwesta xwe nîşan dan û bi dirûşmeyên redkirina dagirkeriya dewleta tirk berz kirin. Piştre karwan berê xwe da gundê El-Nus Til ku ew jî li hemberî sînorên dewleta tirkiyeyê li Rojhilatê Girê Spî ye û li wir rawestiyan.   Şêniyên Kantona Girê Spî bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya tirkiyeyê re", "Gelê Girê Spî li dijî dagirkeriyê ne", "Na ji Osmaniya nû re" û "Bijî hevgirtina gelan" helwesta xwe li dijî gefên dewleta tirk teqez kirin.   Hat payîn ku wê li dijî gefan sê çalakiyên mertalên zindî li cihên cuda, cuda li Kantona Girê Spî werin destpêkirin.