Şêniyên Efrîn û Şehbayê meşek li dar xistin 2019-10-07 14:06:38   ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya "Destûra me peymana me ya civakî ye ku bi xwîna Şehîdên me hatî nivîsandin" ji bo destûra Sûriyeyê meşiyan.   Bi dirûşmeya "Destûra me peymana me ya civakî ye ku bi xwîna Şehîdên me hatî nivîsandin" meşek li gundê Tirl Qireh dest pê kir û heta qada Meclîsa Malbetên Şehîdan dom kir. Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatin hilgirtin. Her wiha pankarta bi nivîsa 'Em bêdengiya kolîsiyona Navnetewî û Netewên Yekbûyî ya li hember ne beşdarbûna me di destûrê de şermezar dikin' û 'Destûra ku em beşdarî wê nebin em soza pêkanîna wê nadin' hatin hildan. Her wiha gel bi dirûşmeyên "Na ji destûra nû re" û "Bijî berxwedana gelê Sûriyeyê" berz kirin.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, daxuyanî hat dayîn.  Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbata Şehîdan a Efrînê Şêrîn Silêman ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî salên aloziya Suriyeyê tê xuya kirin ku hemu hevpeyman û hevdîtinên ku pêk dihat bi armanca wêrankirina civaka Suriyê û koçberkirina bi milyonan û guhartina demografika Sûriyê ye.   Îro piştî van hemu rûdanan, Sekeretêrê Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) avakirina komîteya destûra Sûriyê ya lihevkirinên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îran pêk hatine, radighîne. Ew jî bêyî ku vîna civaka Sûriyê ya bi tevahî pêkhate û etnîkên wê têde hebe, lê belê tenê berjewendiyên van her sê dewletan têde heye.   Yek ji aliyên komîteya destûrê, Rejîma Sûriyê ya ku niha tu çareseriyek siyasî ku xwe dispêre demokratîkbûna Sûriyê, îtrafkirina bi nasname û vîna tevahî pêkhateyên wê tune ye, napejirîne. Lê hîn jî di siyaseta xwe ya şovenîzma ku bi salan pêk aniye de, bi israr e. Lê ji aliyê duyemîn a komîteya destûrê, nûnerên ji rêxistinên Ixwan û El-Qaîdê yên ku gendelî, wêrankirin pêk anîn e û gelê Sûriyê kuştine.   Li ser vê esasê şêniyên Kantona Şehba û Efrîn bi tevahî pêkhateyên xwe, malbetên şehîdan, dagirkerî û gefên dewleta tirk bi armanca dagirkeriya xaka Sûriyê şermezar dikin.  Bang  me li civaka navnetewî, di serî de li (NY) yê, meclîsa ewlehî û yekîtiya Ewrûpa yê (YE)  ku zextê li aliyên pêwendîdar bikin, ta ku vîna rasteqîn a civaka Sûriyê di nexşekirina destûrê wê de li gor biryaryên Cenevreyê, pêk were. Destûra ku nûnertiya me tê de tune be nûnertiya me nake."