Li Wanê amadekariyên operasyonê hatin şermezarkirin 2019-10-07 14:04:42   WAN - Di Nobeta Demokrasiyê de ku li dijî qeyûmên tayînî şaredariyan hat destpêkirin û di roja 50'yî de berdewam dike, amadekariyên operasyona li dijî bakur û rohilatê Suriyeyê hatin şermezarkirin.   Nobeta Demokrasiyê ku piştî tayînkirina qeyûman a ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin de hat destpêkirin di roja 50'yî de berdewam dike. Çalakiya ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin de, parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç, Hevşaredarê Wanê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin Mustafa Avci, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevger Jinên Azad (TJA), hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û gelek welatî tevli bûn   Diçalakiya îro de parlamenter Murat Sarisaç axivî û bertek nîşanî amadekariyên oparasyona li dijî bakur û rojilatê Suriyeyê ku tê xwestin bê kirin da. Di berdewamiya axaftina ku hat kirin de wiha hat g otin: "Tişta ku DAÎŞ'ê nîkaribû li Rojava bike îro Erdogan dixwaze bike. Bloka faşît ku ji bilî şer wêdetir tu tevgerekê nake dîsa şer îlan kir."   Piştî daxuyaniyê welatiyên tevli nobetê bûn dest bi çalakiya rûniştên kirin û bi dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin hev" bi dawî bû.