Şêniyên navçeya Tirbespiyê li dijî gefên dewleta tirk meşiyan 2019-10-07 13:35:54   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina gef û tehdîdên dewleta tirk bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan û bi meşeke girseyî helwesta xwe li hemberî dewleta tirk nîşan dan.   Piştî gefên herî dawiyê yên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişna hêzên koalisyonê ji sînorê Serêkaniyê yê Herêma Hesekê û sînorê Girê Spî yê Herêma Firatê, Îro  bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê li ser piyane û helwesta xwe nîşan didin.   Li navçeya Tirbespiyê ya Kantoma Qamişloyê bi sedan şêniyên navçeyê tevî sazî û dezgehên civaka sivîl li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan û meş li dar xistin. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star ya navçeyê despêkir û li navenda şehîd Yekta Herekol hat rawestandin.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê. Li ser navê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebd-El rehîm Hiso , li ser navê Bîroya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Silêman Bedir, li ser navê  Kongreya Star Mawa Xelîfa axaftin kirin.   'Em bi hêz û têkoşîna xwe bawer in'   Kesên ku axivîn  wiha gotin: "Em weke gelê bakurê Sûriyê gefên Erdogan şermezar dikin. Li ser vê axa pîroz bi hezaran me şehîd dane. Bila dunya hemû dengê me bibihîze ku em dev ji axa xwe bernadin û em ê li kêleka şervanên xwe li ber xwe bidin. Em xwediyê vê axê ne û soza me ji pakrewanên me re jî ew e ku em ê agirê cengê li her deverê vêxin û em deriyê xwe ji dagirkeriya Osmaniyan re venakin. Hêza me ya têkoşînê heye û em bi gelê xwe bawer in."   Meş bi dirûşmên, "Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na"," Bijî berxwedan û hevgirtina gelan" bi dawî bû.