Jinên Kobanê: Em ê axa xwe ji faşîzmê biparêzin 2019-10-07 13:20:03   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên Kobanê bertekên xwe li dijî gefên dewleta tirk nîşan dan û gotin: "Em ji bo şer amade ne, hêza me jî yekîtiya me ye, loma em ne li benda piştgiriya tu hêzên navnetewî ne."   Dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav liv û tevgerê de ne. Her wiha Koalîsyona navnetewî jî di satên vê sibêhê de leşkerên xwe ji sînorên kantona Girê Spî û Serê Kaniyê vekişandin. Di vê çarçoveyê de jinên ji Kobanê nêrîn û bertekên xwe li dijî gefên dewleta Tirk nîşan dan.    'Em ê ewlehiya herêma xwe biparêzin'   Jina ciwan ya bi navê Nêrgiz Silêman destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze planên li Efrînê li Bakurê Sûriyeyê jî dubara bike û got: "Demeke dirêje ku dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojeve dewleta tirk de ye. Helwesta me diyar e, em rê nadin ku tu hêz jî axa me dagir bike. Erdogan dibêje ku ew dixweze bi van êrîşan li herêma me ewlehiyê ava bikin, em gelê vê herêmê ewlehiya ku Erdogan behsê dikê naxwazin. Em ji bo parastina ewlehiya herêma xwe amedene, çi bibe jî em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin."    'Em ê rê nadin...'   Dayika bi navê Emşa Ebdî Bekî jî wiha axivî: "Em tucarî daxwaza şer nakin, berovajî em aramî û aştiyê dixwazine. Lê dewleta tirk her tim ji bo xirabkirina vê aramiyê tevlîheviyan derdixe. Em weke dayik ji bo vî şerê amede ne, em ê rê nedin dewleta tirk ku seneryoyê li Efrînê, li herêmên me dûbare bike."    'Dewleta tirk dixwaze xeyalên xwe yên têkçûyî zindî bike'   Her wiha jina ciwan ya bi navê Rengîn Mihemed diyar kir ku ewlehiya Erdogan ber bi çave û wiha got: "Êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tên kirin bi giştî mirov dikarê bêje ku dixwazin şoreşa me têkbibin. Di şerê Kobanê de Erdoxan xwest ku Kobanê bibin bixê, lê ev xwestek bi cih nehat. Erdogan bi rêya herêma bi ewle careke din dixwazê herêmên me di bin dagirkeriya xwe  û çeteyên DAIŞ'ê vegerînê li ser axa me."   'Em ê axa xwe ji faşîzmê biparêzin'   Dayika bi navê Elîfa Qewas jî helwestên xwe li hemberî êrîşan diyar kir û wiha pêde çû: "Erdogan carekê em koç kirin, lê vê carê wê di xewin û xeyalên xwe de dubare bike. Em ji welatê xwe dernakevin û em ê axa xwe ji faşîzmê biparêzin. Em li pişta zarokên xwe ne û heta yek kurd li ser vê axê hebe, wê armancên Erdogan bi cih neyên."