Li Nisêbînê tevgera leşkerî! 2019-10-07 13:11:23   MÊRDÎN - Piştî zextên dewleta tirk ên lî dîjî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, tevgera leşkerî ya nêzî herêmên sînorê navbera bakur û rojava zêde dîbe. Ji van harêman yek jê jî navçeya Nîsêbînê ya nêzî sînorê qamişloyê ye. Li Nisêbînê hat îdakirin ku di dema sewkîyatê de leşkerên ku hatîn sewkîrîn ber bi hewa ve gule berdan û şêniyên herêmê acîz kîrîn.     Pîştî daxuyanîyên Tirkiyey yên derbarê operasyona dijî bakur û rojhilatê Suriyeê, hat diyarkirin ku duh êvarê sevkiyateke leşkerî ji bo ser sînorê Nisêbîn û Kosera Mêrddînê ku nêzî sînorê Rojava ne hatiye kirin. Li  gorî agahiyên ku ji gundiyên herêmê hatin girtin, hat aşkerakirin ku sewkiyatê heta derengê şevê berdewam kiriye. Herwiha li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê jî hat ragihandin ku li gel seferberiya hatiye ragihandin tevgereke zêde lê hatiye xuyakirin.    'Di dema sewkiyatê de leşkeran ber bi hewa ve gule berdna'   Şêniyên Nisêbînê diyar kirin ku di dema sewkiyatê de, wesayitên leşkerî dema derbasbûne ber bi hewa ve gule berdane û welatî aciz kirin. Herwiha hat ragihandin ku li aliyê sînor yê din, li Girê Spî û Tirbesipiyê jî rewşeke awarte hebûye.