MKGP'ê ji bo Roja Rojnamegerên Jin daxuyanî da 2019-10-07 12:37:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegeran a Jinên Kurd daxuyanî da. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê got:"Em wekî rojnamegerên jin ên Kurd, rêwitiya heqîqetê ya mîrateya  çapemeniya azad didomînin."   Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegeran a Jinên Kurd daxuyaniya nivîskî da. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi bîr xist ku  7'ê Cotmehê Roja Rojnamegeran a Jinên Kurd roja Gurbeteli Ersoz a yekem gerînendeya giştî ya Tirkiyeyê ye.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Em wekî rojnamegerên jin ên Kurd, rêwitiya heqîqetê ya mîrateya  çapemeniya azad didomînin. Bi avakirina ajansa jinê, televizyona jinê, kovar û rojnameyan me biryardayina xwe ya belavkirina soza jinê nîşan da. Di demên herî dijwar de jinên Rojnameger ên Kurd roja hempîşeyên xwe pîroz dikin. Em hevalên xwe yên rojnameger ên ku bê guman karê xwe dikin bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin."