Li Mexmûrê ji bo mamosteyên jin semînerek hat dayîn 2019-10-07 12:10:01   MEXMÛR - Di çarçoveya pêngava "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" de ji bo mamosteyên jin semînerek hat lidarxistin.   Meclîsa Îştar, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya pengava "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" semînerek li dar xist. Semîner ji bo mamosteyên jin hat lidarxistin. Semîner li Akademiya Ferhat Kurtay hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtin Gulîstan Tunç li ser pengavê rawestiya. Her wiha semîner jî ji aliyê endama Kordînasyona Meclîsa Îstar Fadile Tok ve hat dayîn.   Fadîle Tok di derbarê semînerê de wiha got: "Pêvajoya ku em têre derbaz dibin gelek hesas û girîng e. Ger em bêjin hemleya guhertin û azadiyê di rastiyê de ji parastina me ya fizikî bi gere, heya ya fikrî, ruhî di ber qirkirin û tunekirinê ye. Em dibin feraseta ku li her çar aliyê Kurdistanê, dema nêzî çareseriyê dibin dijmin di ali qirkirina fikrî, fizikî de her tiştê dike. Ji pêngav bi gêhe armanca xwe û guhertinek di civakê de bê çêkirin divê di hemu qadan de em jin rol bileyizin.”