Hêzên Koalîsyonê dest bi vekişandina ji sînor kirin 2019-10-07 09:17:32   NAVENDA NÛÇEYAN -  Hêzên Koalîsyonê li noqteyên xwe yên li Grê Spî û Serêkaniyê dest ji vekişandinê kirin.   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayip Erdogan di civîna partiya xwe ya 29’emîn nirxandin û îstişareyê de daxuyand ku dê li dijî  Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê operasyonê li dar bixe. Do Erdogan bi telefonê bi Donald Trump axivî. Piştî axaftinê ji Qesra Spî daxuyanî hat dayin.Piştî daxuyaniya ku ji aliyê Amerîkayê ve hat dayîn ku dê Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon bide destpêkirin û dê piştgiriya vê operasyonê nekin, li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hêzên Koalîsyonê dest ji noqteyên xwe yên li Grê Spî û Serêkaniyê vekişandina kirine. Vekişandinê di saetên serê sibehê de dest pê kiriye.