Şêniyên Hesekê gefên dewleta tirk şermezar kirin 2019-10-07 09:14:36   HESEKÊ- Bi hezaran Gelê Kantona Hesekê li Navçeya Serêkaniyê li hember gefxwarinên Dewleta Tirk li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî li dar xistin.   Duh Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dîsa li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwar. Bi hezaran şêniyên, Ereb û Aşûrî ji Navçeya Serêkaniyê,Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û Bajarê Hesekê, ji Mefreqa bajarokê Til Helef heta noqteya Koalîsyonê ji gundê Til Erqem meşiyan.   Di meşê de dirûşmên ku gefên Erdogan şermezar dikirin hatin berzkirin. Di meşê de alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclisa Leşkerî a Serêkaniyê, Ciwanên Şoreşger û wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdulla Ocalan hatin hildan.   Piştî ku gel 8 km meşiya gihiştin noqteya Koalîsyona Navdewletî, beşek ji rûsipiyên ku tevlî meşê bûn derbasî noqteya Koalîsyonê bûn.   Di navbera rûsipiyan û hêzên Koalîsyonê de civînek girtî li ber gel û saziyên Çapemeniyê ,ku nêzî nîv saetê dirêj kir çêbû.   Piştî ku civîn bi dawî bû rûsipiyan der barê civînê de ev yek anîn ziman: "Civîn bi rengekî Baş derbas bû, hêzên Koalîsyonê gotin em ê her bi were bibin alîkar û nehlêlin ku dewleta tirk şerekî bide çêkirin."   Rûsipiyan di dawiyê de wiha gotin "Pêwîst e gelê me baweriya wan bi Hêzên Koalîsyonê neyê û li hember hemû îhtîmalên şer amadekariya xwe bikin û nekevin xefkê. "