Stêr Gulo: Rojnemeger Gurbetellî Ersoz bingeha xeta rojnemegeriya alternatîf e 2019-10-07 09:10:18   Ronahî Nûda - Roj Hozan   QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo bi boneya salvegere Roja Rojnemegeriya  Jinên Kurd, nirxand kir  û got: "Derketina rojnemegerên weke Gurbetellî Ersoz di dîroka rojnemegeriya jin  de mîrateya bingehîn û bi nirx e û bûye xeta  ragihandina alternatîf li hember desthilatdarî û qirkirinê."   Rojnemeger Gurbetellî Ersoz  weke yekem jin des bi edîtoriya rojnameyê kir, da ku bibe sembola jinên rojnemevanên jin û mîrateya ku îro bi hezaran rojnemegerên jin li ser xeta wê xebatên ragihandinê dikin. Gurbetellî Ersoz xebatê wê di nava kevneşopiya ragihandina azad de bi nirx û wate ye û li hember zimanê baviksalarî dikarîbû bi zimanê jin û pênûsa wê êşa jin û civakê bilêv bike. Têkildarî mijarê Endama Koodînasyona Yekîtiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo bi boneya vê rojê ku weke roja rojnemegeriya jin tê naskirin nirxandin kir û nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.    'Rojnemeger Gurbet bi fikir û pênûsa xwe li ber xwe da'   Stêrk wiha dest bi axaftina xwe kir û got: "Bi boneya 22'emîn salvegera şehadeta  rojnemeger Gurbetellî  Ersoz, jina ku di bingeha rojnemegeriya jin de bû wek hîmeke esasî  ji bo avakirin û feraseta rojnemegeriya azad.  Li cihekî wek  Bakurê Kurdistanê, di bin zext û zoriyeke mezin  de  qirkirineke çandî û civakî dihat jiyîn. Ev  tişteke ne hêsan bû, ku rojnemeger Gurbet  dikarîbû bi fikira azad û zimanekî azad li hember pergala desthilatdar fikira xwe bêjê bi pênûsa xwe li ber xwe bide.  Berî niha jî têkoşîneke  rojnemegeriyê  di nava kurdan de hebû, lê ji ber şert û mercên  zehmet ku heya wekî roja me ya  îro jî gelek jin nikarin vê yekê binîn ser ziman û rehet kar bikin heya astekê kêm bû. Dema ku rojnemeger Gurbet des bi rojnemegeriyê kir, di Kurdistanê de fikirên  nû  ku çawa jin bikarin rojnemegeriyê bi rengê xwe bikin, pejirî."   'Rojnemeger Gurbet mîrata rojnemegeriya  jina kurd e'    Di dewamiya axaftina xwe de Stêrk balkişand ser bingeh û mîrateya avakirina ragihandina azad ku rojnemeger Gurbet pêşenga wê bû û wiha domand:  "Rojnemegerên netew dewletê, mêjî û çavê welatekî ku tê dagirkirin û inkarkirin na bînin, ne bi nasnameya xwe, xwe îfade dike û ne di nava civaka azad de ne, tenê li gor berjewendiyên desthilatiya baviksalarî dijîn. Derketina rojnemegerên bi vî awayî  di dîroka rojnemegeriya kurd  de mîrateya bingehîn û mezin ya jinên rojnemeger e. Di dîrokê de gelek tecrûbeyên rojnemegeriya kurd hene ,lê çima îro em vê bi bîr tînin û bi giranî li ser diaxivin,  ji ber ragihandineke alternatîf û azad bi fikira jina azad bi wate û nirx e. Rojnemeger Gurbet di dîroka rojnemegeriya kurd de bûye xeta alternatîf li hember ragihandina desthilatdar a ku hemû cîhan kiriye ber dûmana desthilata xwe de."   'Qada ragihandina azad qadeke têkoşînê ye'    Stêrk  di nava gotinên xwe de destnîşanî  medyayên ku siyasetên qirêj li ser hesabê  jinan didin meşandin û wiha dirêjî  da axaftina xwe: "Îro qada medyayê bi taybet yek  ji armancên wê yên esasî xistina jinê ye. Jin  têde weke meta  ye. Li ser hesabê bedena jinê ,fikir û raman û zîhniyeta wê siyesetên qirêj di qada medyayê de tên kirin. Avakirina qadeke alternatîf jî  bi qasî zehmetiyên wê ku mirov nikarê peyva azad bîne ser ziman, dikarîbû bibe îradeya bingehîn ya civakê û têde zimanê rast û zelal were şîrovekirin. Qada ragihandina azad qadeke têkoşînê ye."   'Ragihandina azad divê temsîla jin û civakê bike'   Stêrk qala sîstema rojnemegeriyê li Sûriyê berî şoreşê dike ku yên ku rojnemegerî bikiranînê jî dive berdevkê dewletê bûna û wiha axaftina xwe bilêv kir: "Li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoriyeke mezin a ragihandinê hat çêkirin.  Gelek jinên ku di qada çapemeniya azad de dixebitin, li ser esasê bingeheke ku jin di rojnemegeriyê de xwedî roleke pêşeng be bi avakirina nasnemayeke azad û civakeke wekhev tevdigerin. Di Sûriyê de, qada ragihandinê yek ji qadên qedexekirî dihat dîtin, ji ber ev qada fikiriyê , çandiye û birdoziya  civakê dike xwedî îrade. Sîstema BAAS û kevneşopiya sîstemên baviksalarî û dewlet perestî , civak bê hêz hêştibûn. Yên ku di qada ragihandina dewletê de cih bigirin,  divê bibin  berdevkê sîstemê û jê re kar bikin. Ev rengê rojnemegeriyê ne alîgirê civakê ye. Ragihandina alternatîf ya azad bi taybet piştî salên şoreşê gelek jin li derdora xwe kombûn û ji dil hîs kirin, ku ragihandina azad divê temsîla jin û civakê bike."   'Jinên rojnemeger rastiya şoreşê ji cîhanê re ragihandin   Stêrk bal kişand ser rola rojnemegerên jin di derxistina rastiyê de û pêşengtiya wê ji qada rojnemegeriyê re û wiha gotina xwe dom kir:  "Şerê li hember DAIŞ'ê ji Kobanê dest pê kir û parçeyeke mezin ji Sûriyê  di nava xwe de hewand. Di nava vî şerî de yên ku hovîtiya terorê ji kuştin, şewitandin û qirkirinê  ji cîhanê re ragihandin rojnemevanên jin bûn.  Jin di nava vê şoreşê de heta radeyekê dikarîbûn asta pêşengtiyê  ji vê qadê re bikin. Ji bo jin bikarîbê gavên din  di nava vê qadê bavêjê helebet wê zemetiyan bide ber çav. Li bakurê Kurdistanê   dema jineke rojnemeger  rastiya bûyerekê tîne ziman, rastî her cûreyên tundiyê tên. Gelek rojnemeger bi sala ne di zindanên Tirkiyê de ne. Lê em bêjin qada rojavayê Kurdistanê derfetên wê ferehtirin, mirov dikarê tê de fikirê xwe  îfade bike jî lê ev nayê wateya ku kelem tune ne. Xeta rojnemegeriya azad a ku rojnemeger Gurbetellî Ersoz têde cih girt dibe esasê pêşketina hemû rojnemegerên jin."