'Li Efrînê pêkanînên dijmirovî û diziya zeytûnan berdewam dike' 2019-10-07 09:07:40   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Endamên Rêxistina Kongreya Star ên Navçeya Ehdas a Şehbayê derbarê demsala zeytûnan û  li Kantona Efrînê û kiryarên dijmirovî yên li ser gel ku tê meşandin de axivîn û gotin: "Dewleta tirk li Efrînê nahêle gel zeytûnên xwe kom bike û debara jiyana xwe bikin. Çete  rojane dizî û talan xwe ya li Efrînê berdewam dikin."   Kantona Efrînê  bi zeytûnan tê nasikirin û gel  her sal di vê demsalê de ji bo pêdîviyên zeytûnan kom dike. Lê piştî Efrîn hat dagirkirin gel neçar ma ji axa xwe koç bike. Dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasbûna şêniyên Efrînê ya erdê wan li wan qedexe kirye û nahêlin  zeytûnên xwe kom bikin. Têkildarî vê mijarê Endamên Kongreya Star nêrîna xwe parvekirin.   'Li Efrînê  dagirker nahêlin berhem bên komkirin'   Koordinisiyona Kongreya Star a navçeya Ehdas a Şehbayê, Hesna Hesen a ji navçeya Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê derbara destdirêjiya dagirkeriya Dewleta tirk li ser axa Efrînê axivî û got: "Li Efrînê dagirkerî berdewam dike , vê yekê jî bi hatina demsala zeytûnan xwe bêhtir da der. Dagirker nahêlin malbetên Efrînê derbasî nav erdên xwe bibin û berhemên xwe kom bikin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku li hember dizî û talankirinê bêdeng nemînin."   'Dizî û talankirin li Efrînê didome'   Endama mala Jinê Hemîde Omer Muhemed a ji navçeya Şera ya Efrînê ye diyarkir ku li navçeya Şera kiryarên dagirkeran  bandora xwe li ser demsala zeytûnan jî kirin û nahêlin ku welatî berhemên xwe kom bikın.  Hamîde wiha berdewam kir: "Pêkanînên dagirkeran bi hemû cureyan didomin û li gel pêkanînên dijmirovî yên li heber şêniyên bajêr û navçeyên wê bi taybet  jî êrîşî xwezayê dikin, daran dibirin û dişewtînin.  Piştî ku demsala zeytûnan hat vê carê jî nahêlin ku welatî berhemên xwe kom bikın û dizya zeytûnan dikin.  Çeteyên li Efrînê  nahêlin ku welatî biçin nav erden welatiyên ku ji Efrînê derketine û nahêlin ku kes zeytûnên wan kom bike."   ‘Em bêdengiya hêzên navneteweryî şermezar dikin’   Endama Rêveberiya Kongreyaa Star a navçeya Ehdas, Gulê Muhemed  li ser planên dewleta tirk di hundir Efrînê de wiha got: "Li Efrînê her berhemek demsala wan heye û dewleta tirk rakirina berhemên wan qedexwe dike. Li Efrîna ku bi zeytûnên xwe tê naskirin komkirina zeytûnan qedexwe dike. Dewleta tirk ku di warê aborî de  têk çûye li Efrînê zeytûnan didize û difroşe ji bo aboriya xwe  pêş bixwe.  Ji ber ku di aliyê aborî de hilweşiya ye. Em dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikin. Herwiha em bêdengiya dewletên navneteweryî jî şermezar dikin. “