‘Tayînkirina qeyûman girêdayî tecrîdê ye’ 2019-10-07 09:05:53   ÎZMÎR - L.A ya ku di rojên borî de ji girtîgeha Jinan a Şakranê hat tehliyekirin geşedanên dawî, pêvajoya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û got tayînkirina qeyûman jî girêdayî grevên birçîbûn û tecrîdê ye.   L.A ya ku di rojên borî de ji girtîgeha Jinan a Şakranê tahliye bû, zext û binpêkirinên di pêvajoya OHAL’ê de zêde bûne, pêvajoya greva birçîbûnê, piştî grevê tiştên hatine jiyîn nirxand. L.A ku ji ‘endamtiya rêxistinê’ hat darizandin û 4 salan di girtîgehê de ma û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên bi OHAL’ê re dest pê kirine didomin û got: “Pêvajo bi negirtina pirtûk û nameyên Kurdî dest pê kir. Piştre jî nameyên Tirkî zehmet kirin. Bername ji holê hatin rakirin. Hevdîtin ji saetekê daxistin 45 deqeyan. Piştî grevên birçîbûnê pirtûk hatin komkirin û 10 heban sînor kirin. Gotin demek nêz de wê hemû pirtûkan jî bigirin. Me îtîraz kir. Lê dadgehên Îzmîrê binpêkirinên gelek girtîgehan erê dike.”   ‘Li hemû girtîgehan maf ji destê wan tên girtin’   L.A got bi desteserkirina pirtûk û nedayîna rojnameyan, jiyana edlî ferz dikin û êrîşî nasnama siyasî dikin û got: “Ev polîtîka ji salên 80’ê heta niha berdewam dikin. Rojnameya Yenî Yaşam nayê dayîn. Bi vî awayî dixwazin girtiyan ji civakê qut bikin. Jiyana li wir bi giştî tê tecrîdkirin. Li hemû girtîgehan pêngav bi pêngav hemû mafên wan tên girtin. Nikarin muzîkê jî guhdar bikin.”   ‘Civak û hemû girtîgeh di bin tecrîdê de ye’   L.A bal kişand ser dema grevên biçrîbûnê û destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkê grev hatine destpêkirin û got: “Grev ji bo zextên hem li hundir hem li ser civakê divê bi dawî bibin, gelek girîng bû. Gelê Kurd tecrîd di esasê de li ser Rêberê xwe şênber kir lê di esasê de li ser wan pêk tê. Civak û hemû girtîgeh di bin tecrîdê de ye.”   ‘Qada berxwedanê ya herî mezin ji qada komunê dest pê dike’   L.A di berdewamiyê de hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re li derve rehetiyek afirandiye, lê ev pergal êşa vê jî li girtîgehan bi girtiyan dide kişandin. L.A wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoyeke ku salên 80’ê derbas kiriye tê jiyîn. Bêguman em di alî fikrî de xwe zindî dihêlin. Berxwedana herî mezin ji qada komunê dest pê dike.Li girtîgehan rewşa jinan cudatir e. Ji ser zayendê zexta derûnî pêk tînin. Li gorî wan jin qels in, bi hêsanî dikarin bên xistin. Hewcedariyên jinekê cudatir e. Mirovan ji vê bêpar dihêlin. Wek alava zextê bi kar tînin. Dixwazin biçewisînin. Surgun tên jiyîn. Midûrên mêr û dozger bêyî agahî bidin dikevin koguşan. Dozger li hember mahremiyetê rêzdarî nîşan neda û lêgerîn temaşe kir. Ev jî gelek normal dît. Ket qadên taybet ên wek destav û serşoyê ne. Midûrê 1’emîn girtîgeha Şakranê binpêkirinên mafan biriye astek pêşdetir. Dermankirina kesên ketine greva birçîbûnê asteng dike. Midûrê girtîgehê nîjadperest nêz dibe.”   ‘Qeyûm ji grev û tecrîdê serbixwetir nîne’   L.A bal kişand ser tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê û got ev ji grevên birçîbûnê û encamên hilbijartinê cudatir nayê fikirîn û wiha dawî lê anî: “Di dawiya grevê de bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin hatin kirin. Tecrîd kêm be jî hat şikandin. Der barê vê de tevger jî di şexsê dayikan de hat destpêkirin. Qeyûm nêzîkatiyeke çewisandinê ye. Rêberê Gelê Kurd çareseriyê bi yekbûna civakê dibîne. AKP’ê jî parçe kir. Berovajî vê kir. Divê pêşî li vê bê girtin.”