Ji bo dayikên li ber HDP’ê rûniştine bang: Zarokên xwe ji hikûmetê bipirsin 2019-10-07 09:01:45   WAN - Jinan bang li malbatên ku meheke bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDP’a Amedê çalakiyê pêk tînin kirin û gotin: “Ne li ber HDP’ê li ber deriyê hikûmeta ku polîtîkayên şer dimeşînin rûnin.”   Hinek malbat bi îdiya ku zarokên wan revandine çiyê li ber HDP’a Amedê rûniştine mehek çalakiyê dikin. Çalakî di bin parastina polîsan de pêk bê û HDP’iyan heyetek hevpar ava kirin û ji bo çareseriyê banga hewldanan li malbatan kirin. Gel jî diyar kir ku navnîşana rûniştinê ne li ber HDP’ê ye, li ber deriyê dewletê ye.   Jinên taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê, diyar kir ku navnîşana çalakiyê şaş e.   ‘Bila ji hikûmeta tirk zarok bên pirsîn’   Esma Yildirim diyar kir ku di pêvajoyeke wisa de divê malbat tenê bi daxwaza aştiyê rûnin û got: “HDP ne kesî direvîne ne jî şer derdixe. Ji ber vê bila zarokên xwe ji kesên ku şer derdixin bipirsin. Bila hikûmet cihê zarokên wan ji wan re vebêjin.”   ‘Dayikên Kurd ên her tim tên derbkirin çima niha tên parastin?   Esmayê daxuyakirin ku bi hezaran ciwan betal in an jî neçar dimînin welat terk bikin û ev tişt daxuyand: “Ev pirsgirêka dewletê ye. Dayikên li ber HDP’ê rûdinin ji aliyê polîsan ve tên parastin û dayikên diçin ber AKP’ê jî tên binçavkirin. Dayikên Kurd her tim lêdanê dixwin, niha çi bûye ku tên parastin.”   ‘Neyên van lîstikan’   Jina bi navê Halîme Ozkan jî destnîşan kir ku bila malbat zarokên xwe ji Wezareta Dadê bipirsin û got: “Ez bawer dikim ku dayikên li wir rûdinin Kurd in. Lê tên lîstika dewletê. Divê em gelê Kurd bi lîstikan û bi derewan neyên xapandin. Divê em bibin yek û xwe biparêzin.”   ‘Hinek 10 sal in zarokên wan winda ne’   Sarya Denîz jî wiha got: “Tu dayik naxwaze zarokên wan winda bibin an jî bên kuştin. Zarokên wan zarokên me ne jî. Hinek hene zarokên wan 10 sal e winda ne.”