ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2019’AN 2019-10-07 09:00:00   * Endamên Rêxistina Kongreya Star ên Navçeya Ehdas a Şehbayê derbarê demsala zeytûnan û  li Kantona Efrînê û kiryarên dijmirovî yên li ser gel ku tê meşandin de axivîn û gotin: "Dewleta tirk li Efrînê nahêle gel zeytûnên xwe kom bike û debara jiyana xwe bikin. Çete  rojane dizî û talan xwe ya li Efrînê berdewam dikin." DÎMEN HEYE     * Endama Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo bi boneya salvegere Roja Rojnemegeriya  Jinên Kurd, nirxand kir  û got: "Derketina rojnemegerên weke Gurbetellî Ersoz di dîroka rojnemegeriya jin  de mîrateya bingehîn û bi nirx e û bûye xeta  ragihandina alternatîf li hember desthilatdarî û qirkirinê." DÎMEN HEYE   * Dayika aştiyê Munube Koç ku yek ji şahidên komkujiyê bû diyar kir ku vegotina wan hestan gelek zehmete û Emel Kîtapçi ya ku hevjînê xwe Alî Kîtapçi winda kir jî wiha got: “Me li aliyekî têkoşîn da. Li aliyekî me êşa xwe jiya. Ji bo em teslîmî wê êşê nebin jî me têkoşîn da. Ji ber em teslîmê êşê bibûna, tişta ku pergalê dixwest wê li ser me bima.” DÎMEN HEYE   * Jinan bang li malbatên ku meheke bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDP’a Amedê çalakiyê pêk tînin kirin û gotin: “Ne li ber HDP’ê li ber deriyê hikûmeta ku polîtîkayên şer dimeşînin rûnin.” DÎMEN HEYE   * Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî zema ji sedî 14,9 a ji bo ceyranê hatiye kirin û gotin: “Gelo em ceyrana kaçax bi kar bînin.” DÎMEN HEYE   * L.A ya ku di rojên borî de ji girtîgeha Jinan a Şakranê hat tehliyekirin geşedanên dawî, pêvajoya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û got tayînkirina qeyûman jî girêdayî grevên birçîbûn û tecrîdê ye.