Li Wanê Nobeta Demokrasiyê: Wê demokrasîxwaz bi ser kevin 2019-10-06 14:57:56   WAN - Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 49’an de berdewam dike. Di çalakiya îro de parlmamentera Wanê ya HDP’ê Muazzez Orhan axivî û wiha got: “Îktîdar diçin lê gel dimînin. Wê qeyûm ji î biçin em ê bimînin. Li vî weatî kesên demokarsîxwaz wê bi ser kevin.”   Nobeta Demokrasiyê ku li diî qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (              HDP) yên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin li Wanê di roja 49’emîn de berdewam dike. Di çalakiya îro ku li ber avahiya Navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin de  Parlamenterên HDP’ê Murat Sarisaç, Muazez Orhan, Murat avci û Hevşaredarên navçeyên Wanê, rêveberên HDP’ê yên navçeyan û bajêr û gelek welatkî  tevlî bûn. Di nobetê de pankarta bi dirûşma, “Ne rêvberiya qeyûm rêvberiya gel” hat daliqandin.   ‘Em ê li ber xwe bidin’   Parlamentera DHP’ê Muazzez Orhan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku îktîdara AKP’ê dixwaze rejîma yek kesî li ser civakê ferz bike û wiha berdewam kir: “Lê me got ku em alîgirên demokrasiye ne.   Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê berdewam bikin heta ku demokrasîxwaz bi ser kevin.“   Nobeta Demokrasiyê di roja 49’emîn de bi dirûşma, “Em ê bi berxwedanên bi ser kevin bi dawî bû.”