Meclisa Jinan a HDP’ê li Kartale hat îlankirin 2019-10-06 13:34:27   STENBOL - HDP’ê bi dirûşma “Ji bo aştiyê bila jin dest bidin hev” bi şahiyeke ku li dar xist Meclisa Jinan a Kartalê ava kir.  Hevseroka Bajarê Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demir di şahiyê de axivî û wiha got. “Jinên ku xebatên xweser ên jinê dimeşînin, di vê meclise de wê îradeya xwe deynin holê.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Navçeya Kartalê li Navenda Çand û Hunerê ya Hasan  Alî Yucel bi şahiya ku li dar xistin Meclisa xwe ya Jinê ya Kartalê İlan kir. Dİ Şahiya ku bi dirûşma, “Ji bo aştiyê bila jin dest bidin hev” de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamenteraa HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Bajarê Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr ü gelek nûnerên rêxistinên siyasî cih girtin.    ‘Wê jin li vê meclise îradeya xwe deynin holê’   Şahî bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiye de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Axaftina destpêkê ji aliye Hevseroka HDP’ê ya Kartalê Dîlber Demîr ve hat destpêkirin. Dîlberê diyar kir ku iradeya gel pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e û ew ê ji têkoşînê tawîzê nedin. Piştre Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr axivî û wiha got: “Jinên ku xebatên xweser dimeşînin wê di vê meclise de îradeya xwe daynin holê.  Rejîmên kapîtalîst êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Lê wê jin bi berxwedana xwe li destkeftiyên xwe xwedî deren.”   ‘Bêyî jinê siyaset nikare civakê azad bike’   Piştre Parlamentera  HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Stratejiya Bingehîn a HPD’ê azadiya jina ye. Lê jin di nava pergalê de bi tundiyê re rûbirû dimînin.  İktidara Îrojî teşwîkî tundiyê dike.  Ji bo vê têkişîna me girîng e.  Bêyî jinan siyaset nikare civakê azad bike.”   Şahî bi lîstikên ku ji alıyê zarokan ve hatin pêşandan û bi sitranên hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi dawî bû.