PYD'ê civînek berfireh li Til Temir lidar xist 2019-10-06 11:49:29   HESEKÊ - Bi armanca amedekariya Kongreya 8'mîn a PYD’ê li Navçeya Til Temir civînek berfireh hat lidarxistin.   Bi armanca amadekariya Kongreya 8'mîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Navçeyên Kantona Hesekê civînên berfireh tên lidarxistin. Li Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temir jî di vê çarçoveyê de, civînek berfireh ji endamên PYD'ê re, hat lidarxistin.   Bi beşdarbûna Endamê Rêveberiya Giştî ya PYD'ê Ebdul Kerîm Saroxan ve hate lidar xistin.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, civîn hat destpêkirin. Di civînê de Endamê Rêveberiya Giştî ya PYD'ê Ebdul Kerîm Saroxan li ser geşedanên dawî yên li herêmê û li qada navdewletî nirxandin kir.   Di destpêka nirxandina hat kirin de hat diyarkirin ku li dijî Gelê Kurd û Bakur Rojhilatê Sûriyê hevpeymaneke navdewletî heye û wiha hat berdewamkirin: "Hêzên hegemonîk dixwazin gelê Rojhilata Navîn bikin qurbana bazar û hevpeymanên xwe yên qirker. Armanca aloziya Sûriyê ku ev 8 sal in dirêj kiriye binpêkirina Şoreşa gelan û projeya Netewa Demokratîk e."   ‘Çiraya Kesk ji Tirkiyê re hatiye pêxistin’   Di nirxandina hat kirin de lihevkirina Rûsiya, Emerîka û Tirkiyê hat bibîrxistin û ev tişt hat gotın: "Hevpeymanên navneteweyî hember Gelê Kurd her ku diçe zêde dibin. Çiraya kesk ji Tirkiyê re hatiye pêxistin ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Erdogan jî niha dîsa li hember vê herêmê gefan dixwe û dibêje min amedekariyên xwe kirine û ez ê êrîş bikim. Armanc ew e ku Gelê Kurd ji holê rakin û projeyên xwe yên dagirkeriyê bidin rûnişkandin. Li hember van polîtîkayan jî dê gelê me bi têkoşîneke xurt li ber xwe bide."   Piştî nirxandina destpêkêkê ku hat kirin endamên partiyê li ser rewşa Navçeya Til Temir pirsgirêkên ku di nava civakê de dertên û çareseriya wan nirxandin kirin.   Piştî nirxandina endaman Hevserokê PYD'ê yê Navçeya Til Temirê Mihemed Seyîd Şêxmûs li ser rewşa rêxistinî nirxandin kir û ev yek anî ziman: " Li hember pêvajoya ku tê xwestin pêwîste ku endam yek bi yek asta têkoşîn û rêxistina xwe ya di hundir civakê de xurtir bikin. bi rihekî hevpar Şoreşa xwe biparêzin û projeya Netewa Demokratîk baş bidin rûniştandin da ku ji cîhanê re bibe nimûne."