‘Bîlançoyek şer dertê holê lê dewlet tedbîrê nagire’ 2019-10-06 09:25:46   Safiye Alagaş   STENBOL - Avabûna Jin bi Hev re Xurtin, li dijî şîdet û kuştina jinan bi dirûşmeya ‘Demildest pêşî li kuştinên jinan bigirin’ kampanya dan destpêkirin. Ji avabûnê Tulay Korkutan balkişand ser zêdebûna kuştinên jinan û diyar kir ku ev rêjeya bi xof dikare bi polîtîka pêşîgirtina dewletê pêşî lê bê girtin.   Avabûna Jin bi Hev re Xurtin, li dijî şîdet û kuştina jinan kampanyayek ku heta 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê wê bidome da destpêkirin. Ji avabûnê Tulay Korkutan der barê kampanyayê de axivî.   *Avabûn çawa derket holê?   Di 2014’an de koma Pêşîgirtina Lezgîn a li hember Kuştinên jinan hebû. Rêxistinên jinan di vê komê de hebûn. Jinên femînîst hebûn. Mixabin em niha pêvajoyeke ku gelek jin tên kuştin dijîn. Me wê demê çalakî û kampanya pêk anîn. Me xwe rêxistin kir. Me civîn pêk anîn. Me li ber wezareta malbat û polîtîkayên civakî çalakî pêk anîn. Me li kolanan bername pêk anîn. Ji wê demê de pêvajoyeke rêxistibûna Jin Bi Hev re Xurtin dest pê kiribû. Herî dawî di dema referanduma 2017’an de em bi jinan re hatin cem hev. Me kampanya da destpêkirin. Di kampanyayê de jî dirûşmeya ‘jin bi hevre xurtin’ derket holê.   *Li Tirkiyeyê her roj jin û zarok rastî şîdetê tên. Hûn refleksa civakê di vê mijarê de çawa dinirxînin?   Şîdeta li ser jinê her tim hebû. Têkoşîna li hember wê jî ne tiştek nûye. Tiştekî dîrokiye. Şîdeta li ser jinan ji polîtîkayên dewletan, ji serdestiya mêr ne cudatire. Girêdayê wan e. Ligel vê îstîsmara zarokan û şîdeta li hember zarokan jî wisa ye. Em di pêvajoyeke ku her roj jin tên qetilkirin, zarok rastî îstîsmarê tên de derbas dibin. Li Tirkiyeyê refleks ali dijî van gelek kêm e. Lê dema şîdeta li ser jinan zêde dibe û ji ber her roj pêk tê, rê li ber refleksê jî vedibe. Di esasê de refleksên xurt jî dikarin pêk bên. Çalakiyên li dijî îstîsmara zarokan gelek xurt bûn. Dîmenên Emîne Bulut rastî bertekên tûnd hatin. Lê divê ev refleks her dem pêk bên.   *Çima tenê li dijî kuştinên Emîne Bulut û Ozgecan Aslan bertekên cidî pêk hatin gelo?   Kuştina Ozgecanê bi rastî jî bi xof bû. Jin naxwazin bimrin û diqîrin. Em dibînin ku kuştin herî zêde ji ber destberdanan pêk tê. Ji ber qanûnên ku pêşî li destberdanan digire, dertên. Jin jî dibêjin ez dest ber didim û şîdet dertê holê.   Di alî Ozgecanê de jî tiştek wisa heye. Gelek bandor kir. Bertek pir mezin bûn. Li wir ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hat qetilkirin. Ji dibistanê derket û di mînîbusekê de hat qetilkirin. Lê bi hezaran jinên ku wek Ozgecanê bi awayekî çavsor tên qetilkirin hene. Lê bertek wekhev pêk nayên. Ji ber sînor hene. Dibêjin ‘mêrekî nas nedikir, diçû mala xwe, ji dibistanê derketibû, nezewicandibû, ne hezkiriyê wê bu’. Ji ber van sedeman bertek jî zêde dibe. Lê wek em dizanin her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Ji aliyê bav, hezkirî, hevjîn û destgirtiyan ve tên qetilkirin. Lê em dibêjin divê ji bo her jinekê heman bertek bê nîşandan.   *Li kujeran ji rewşa baş ceza tê daxistin. Mînak 10 sal ceza didin, lê dema biryar erê dibe, biryara berdanê didin. Armanca vir çi ye?   Em hemû dizanin ku îro dema mêr krawat û cil û bergên tîm li xwe dikin û dibêjin ji ber hezkirinê min kuşt û daraz jî li alî wan helwestê digire. Mirovekê dikuje û ew kes beyî bê girtin tê darizandin. Yanî tu vegotina vê tune. Qanûn her tim di nokteyeke ku mêran diparêze de ye. Niha li welatê me û gelek deverên cîhanê polîtîkayên serdest yên mêr bi qanûnan xwe teşe dike. Herî dawî akademîsyen Ceren Damar hat qetilkirin û me di doza wê de ev dît. Kujer ji bo cezayê wî bê daxistin îdia dike ku têkiliya wê bi Ceren Damar re hebûye.   *Ev polîtîka gelo hesta ez li ser bedena jinê xwedî maf im, diafirîne?   Hincetên cuda yên mêran hene. Dibêjin xwêya xwarinê kêm bû, firingiya xwarinê zêde bû û ji ber vê ew cînayet kirine. Jinan wek kole dibînin, wek xizmetkar, wek kesên li zarokan dinêrin dibînin. Ev jî bêguman mêran xurt dikin. Ji bo mêran tu cezakirineke kuştina jinekê tune. Ji ber ceza tune jî mêr cesaretê digirin.   *Çawa dikare pêşî li kuştinan bê girtin?   Em jin dikarin bên cem hev, xwe rêxistin bikin, xurt bikin û têbikoşin. Em dikarin bi vî awayî pêşî li kuştin û şîdetê bigirin. Divê em jin ewil bikevin piştevaniyê û li dijî şîdeta mêr derkevin. Divê em gotina ‘divê em yek kêm nebin’ bixwe re bidin hîskirin. Xalek din ya girîng ev e ku divê ev pergal biguhere. Divê Peymana Stenbolê pêk bê.   *Em jin jiyanek çawa dixwazin?   Em jin jiyanek bê şîdet, jiyanek azad dixwazin. Em jiyaneke ku xeyalên me ji destê me nayên girtin, wekheviya zayenda civakî dixwazin. Teqez û teqez em jiyaneke beyî şîdet dixwazin.   *Armanca kampanyayê çi ye?   Kuştinên jinan gelek zêde bûye, êdî tehemula me nemaye. Hêrsa me her diçe mezin dibe. Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin. Kuştinên jinan ne îro, ji berê de heye. Lê em niha wek Jin bi hev re Xurtin kampanyayê rêxistin dikin. Em di dirûşmeya ‘Pêşîgirtina lezgîn a li hember kuştinên jinan’ dimeşînin. Wê kampanya heta 25’ê Mijdarê bimeşe. Em ji xwe 25’ê mijdarê jî rêxistin dikin. Ew roj ji bo me girîng e. Dîroka têkoşîna wê heye.   *Banga we ji bo kampanyayê heye?   Di 25’ê Mijdarê de bila hemû jin dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.Wek her sal em ê jî li Taksîmê bin. Em hemû jinan vexwendiyê qadan dikin.