Yek ji sedemên veqetîna civakê bikaranîna înternêtê ye 2019-10-06 09:16:39   Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ - Berdevka Komîteya Rêvebirina Dibistanan Behiya Memo bandora bikaranîna înternêtê ji aliyê civakê nirxand û got: "Telefon û malperên medyaya civakî dibin sedema veqetîna civakê."   Bikaranîna telefonê û malperên medyaya civakî di civaka Rojhilatî de di van salên dawî de gelek bandor li civakê kiriye. Têkildarê vê mijarê Berdevka Komîteya Rêvebirina Dibistanan Behiya Memo a Navçeya Til Temir, nirxandin kir.   'Înternet cîhanê radixe ber çavan'   Behiyayê armanca bikaranîna telefonan di cîhanê de vegot û wiha dom kir: "Telefon xwedî erêniyeke baş e, di cîhanê de dibe wesîleya ku civak xwe bighînin hev, derbarê mijaran de lêkolînên berfireh çêbikin û di riya wê de mejiyê mirovan gelekî pêşdikeve, lê bikaranîna wê saetên zêde xeteriyekê li ser beden, mejî û tendrustiya mirovan çêdike."   'Yek ji nexweşiyên ji înternêtê çêdibe penceşêra mejî ye'   Behiyayê diyar kir ku mirovên zêde înternêtê bikar bînin ji civakbûyînê jî qut dibin û wiha dom kir: "Piraniya civakê taybet zarok malperên tora civakî bi rengekî şaş bikar tînin û gelek saetên xwe li ser Youtube, Facebook û lîstikên mîna Pubg derbas dikin. Ev jî dibe sedema nexweşiyên cur bi cur mîna avabûn û belavbûna bektîriya, giranbûna bihîstinê, êşa stu û tiliyan pûç dike, saetên xewê kêm dike, qezayên trafîkê û penceşêra mejî çêdibe, bandorê li çavan dike û nexweşiyên dem dirêj çêdike, ya girîng û xeter jî ew e ku têkiliyên civakî qut dike." 'Civak êdî ji civakbûyînê dûr dikeve'   Behiyayê rewşa civakê berî û piştî 4-5 salan anî berhev û ev yek anî ziman: "Di civaka Rojhilatî de sîstemên desthilatdar xwe ferz kiriye. Taybet di riya bikaranîna înternêtê û telefonan êdî veqetînek di nava civakê de çêdibe. Niha li derveyî welat mirov zêde bi înternêtê re mijûl nekirine hiştiye ku civaka wir xwe bi xwe pêşbixe û amûrên ku sûdê li civakê bike keşif û avabike. Pêşketina teknîkê bûye sedema paşketina mejiyê civakan. Civak êdî ji civakbûyînê dûr dikevin."   'Divê ciwan înternêtê bikar neyinin…'   Behiyayê bandora înternêtê li ser ciwan rave kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Temenê herî xeter û hesas di civakê de merheleya ciwantiyê ye. Niha li kêleka perwerdehiyê ew ciwan telefonên pêşketî bikar tînin. Niha li dibistanan bikaranîna telefonan ji aliyê şagirtan ve hatiye qedexekirin. Sibê dema ku tên dibistanê, mamoste telefonan ji wan digrin û dema dibistan bi dawî dibe didin wan. Beşek ji şagirtan raste beden li refê ye, lê mejî ne li wire, ev jî sedema xwe ji perwerdekirina malbatê û pêşketina teknîkê digre, pêwîste ku ciwan telefonan bikar neyînin ji ber nizanin çawa bikar bînin û di dawiyê de dibe sedema xeteriyên pir mezin."   'Bila zarok fêrî wênesazî û nivîsandina helbestan bibin'   Behiyayê da xuyakirin ku bikaranîna înternêtê ji valahiya demê tê û wiha dewam kir: "Gelek zarok û taybet jî malbat demê wan vala ne, malbat dikarin bi zarokên xwe re mijûl bibin û rêbazên pêşketinê bi rengekî din nîşanî wan bidin mîna bila bi zarokên taxê re bilîze û zaroktiya xwe jiyan bike yan jî bi wênesaziyê, neqiş û nivîsandina helbestan re mijûl bikin û fêrî çanda xwe bibin. Malbat jî divê serdana cîran û mirovên xwe bikin û li rewşa hev bipirsin. Telefon nexweşiye ji nexweşiyê dûr bikevin."   'Dema xwe baş birêxistin bikin'   Behiyayê teqez kir ku pêwîste mirov dema xwe baş birêxistin bike û wiha dom kir: "Divê mirov dema xwe baş birêxsitin bike da ku bikaribe xwe ji nexweşiya telefonê xilas bike û bi rêbazên cûda xwe li pêşbixe û sûdekî li civaka ku têde jiyan dike bike."   Behiyayê di dawiyê de derbarê rêbazên perwerdekirina civak, taybet malbatan  ev tişt got: "Zarok perwerdeya despêkê ji malbatê digre, divê malbat taybet dayik û bav li zarokên xwe baldar bin û guh bidin perwerdekirina zarokan. Piraniya pirsgirêkên ku di nava civakê de rû didin û bûyerên bê exlaqî çêdibin ji ber bikaranîna înternêtê ye ji lewra her çiqas e zarok bi rengekî baş werin perwerdekirin, dê ewqasî  hember bûyerên ne baş bi refleksekî cûda tevbigerin. Zarok pêşeroja civakê li pêşeroja xwe xwedî derekvin."