Jinên ciwan: Em jinên ciwan xwedî li ked û têkoşîna azadiyê derkevin 2019-10-06 09:12:49   Sara Şêx hesen   HELEB -  Jinên ciwan yên  taxa  Şêx Meqsûd  a Helebê,  derbarê kar,  xebatê û rola ciwana di nava civakê de ev tişt gotin:  "Em ê  jinên ciwan xwedî li ked û têkoşîna xwe derkevin û bi fikir û felsefeya azad civakeke saxlem ava bikin."   Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, ciwanan roleke girîng di nava civakê de leyistin û weke lingê binghîn yê vê şoreşê dihatin nasîn. Ciwanan dikarîbûn di nava salên şoreşê de li aliyekî sînorê welatê xwe biparêzin, li kêleka wê ji bo bala ciwana bikşînin li ser çanda kevneşopiya resen û bi civaka xwe re dan nasîn, ji ber çanda ku dayikan parastiya îro wê dewamiya wê ciwan bikin, da ku  bi ruhê ciwantî zindî  bimîn e. Jinên ciwan a taxa Şêx Meqsud a Helebê, perwerdeyan di navenda xwe de dibînin. Jinên ciwan têkîldarê karê xwe nêrînên xwe parve kirin.     'Em dixwazin ciwanên zanê, êşên civaka hîsbikin'     Rêveberiya Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûd Bêrîvan Îbiş li ser xebatê jinên ciwan di Helebê de wiha axivî  "Jinên ciwan di navendê de bi ruhekî  komînal xebat dikin. Di hundirê navendê de jî, em xebatê xwe yê perwerdê  dibînin.  Perwerdeyên me jî pêtirî xwe li ser rola ciwana di nava civakê de ye û li aliyê din jî em çiqas dikarin ciwana dûrî çanda kapîtalîzmê bikin. Em dixwazin ciwanên zanebin, êşên civaka hîsbikin û xwedî li ked û têkoşîna xwe derkevin."   'Xwenaskirina çandê naskirina rastiya dîrokê ye'   Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîvan balkişand li ser xebatê ciwanan di hundirê navendê de û wiha gotina xwe domand: "Di hundirê navendê de gelek beşên me yên perwerdeyê hene. Yekem gav, em dixwazin çanda xwe nasbikin û li ser fêrbibin, ji bo wê jî me rêxistina xwe ya çandî di hundirê navendê de daye rûniştandin û li ser beşên govenda kurdî, dengbêjiya resen û şanoyên ku rastiya civaka kurd pêşkêş dike  em perwerdeyên xwe dibînin. Xwenaskirina çandê naskirina rastiya dîrokê ye."   'Zimanê mirovan hebûna wan diyar dike'   Mamosteya bi navê Fîdan Hemo a ku wêneyê zimanê kudî di hundirê  navendê de dide  û di heman demê de Endama navenda Jinên Ciwan e, li ser xebatê perwerdeya ziman wiha axivî:  "Mijara xwendina zimanê dayikê di civaka me de li paş ma bû, ji ber sîstemên desthilatdar em dûrî zimanê hiştibûn û bi taybet ciwan. Girîngiya ziman hebûna mirovan diyar dike, ji bo wê jî em dixwazin hebûneke mayinde avabikin ji bo ciwana. Bila her kes fêrî zimanê xwe bibe û bi çanda xwe re bijî."     'Zanebûna ciwanan ji civakê re çêbûye'   Endama Jinên Ciwan Denîz Omer  balkişand li ser rola ciwanan di hundirê civakê de û wiha axaftina domand: "Di nava civakê de em bi şoreşê re bûn ciwan û me rastî bi ciwantî des bi kar û xebat kir. Me li ser fikirê azad mêjiyê xwe vekir û li ser esasê wê zanebûna me di nava civakê de çêbû. Êdî em di çarçoveyên teng de nafikirin û di şexsê me de guhertin çêbûne. Em dixwazin hemû ciwan li ser vê esasê fêr bibin."