'Em li dijî çapemeniya serdest wek serhildan derdikevin qadan' 2019-10-06 09:04:52   Berîtan Canozer   AMED - Rojnamegerên jin ku mîrateya Gurbetellî dewr girtin û li dijî çapemeniya serdet ya mêr têkoşîn dan diyar kirin ku ew li dijî zimanê serdest, zîhniyeta serdest, nûçeyên rupelên 3’yemîn wek hêrsekê derdikevin qadan.   Rojnameger Ozgurt Gundemê ku di 26’ê nîsana 1993’an de bi dirûşmeya ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ ji nûve dest bi weşanê kir, Gurbetellî Ersoz jî wê demê di rojnameyê de dest bi xebatê kir û yekemîn gerînendeya giştî ya jin a Tirkiyeyê bû. Gurbetellî keda wê di kevneşopiya çapemeniya azad de gelek mezin bû û li dijî zimanê serdest yê çapemeniya mêr, di esasa jinê de nûçegîhanî kir. Gurbetellî têkoşîna ku jinan li dijî zîhniyeta 5 hezar salî bi pênûsa xwe vegot, têkoşîna li dijî zîhniyeta yekparêz ya wê demê vegot. Gurbetellî di 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da û li ser vê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin yên Kurd îlan kir. Ji duh heta îro tevî hemû binçavkirin û girtinan pênûsa Gurbetellî li erdê nema. Jiyan Erdem, Sarya Onur, Şîlan Aras, Denîz Firat ji bo rastiyê derxistin holê jiyana xwe ji dest dan.   ‘Em ji têkoşîna wan hêzê digirin’   Nûçeygîhan Kurdî ya JIN NEWS’ê Medya Uren, roja rojnamegerên jin yên Kurd pîroz kir û got ji ber yek ji rojnamegerên ku mîrate dewr girtiye gelek serbilinde û wiha got: “Ev ne tenê têkoşîna rojnamegeriya Kurd, di heman demê de pêşxistina nûçegîhaniya jinê û têkoşîna mudaxalekirina zîhniyeta serdest ya mêr e. Ji bo rastiyên heyî bên dîtin, çapemeniya azad di cîhanê de bê dîtin, hejmara rojnamegerên jin bê zêdekirin, di qada çepemeniyê de guherîn çêbibin, em têdikoşin. Gurbetellî, Denîz Firat û Ayfer Serçe di vê mijarê de hêzê didin me. Em ji têkoşîna wan hêzê digirin. Min bawer kir ku ez ê xwe herî zêde di rojnamegeriyê de îfade bikim û ji ber vê min ajansa jinê tercîh kir.”   ‘Em ê destûr nedin ku ev mîrate li erdê bimîne’   Medyayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku guherîna hinek tiştan bi têkoşîna jinan pêkane û ev tişt anî ziman: “Rojnamegerên Kurd her tim rastî zextên nû tên. Ji salên 90’î heta niha xebatkarên çapemeniya azad tevî hemû zext û qetikirinan, bi bawerî û hewldanek mezin kevneşopiya çapemeniya azad meşandine. Ne pêkane ku em bêjin li Tirkiyeyê rojnamegerî azad e. Ger tu ne nêzî dewletê bî, nahêlin tu tiştekî bikî. Me soz da, em ê vê mîrateyê li ser milê xwe hildin. Em tu car nahêlin li erdê bimîne. Em roj bi roj mezin dibin, xurt dibin.”   ‘Em li dijî zimanê serdest wek serhildanê dadikevin qadan’   Rojnamegera Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî bi lêv kir ku rojnamegerî bi tena serê xwe pîşeyek zehmet e û got ji roja derdikevin qadê bi tehdîd û xetereyan re tên rû hev û wiha pê de çû: “Dema tu jin bî, du car rastî van pêkanînan tê. Mirov hem dibin hedefa zîhniya mêr hem jî ya dewletê. Zextên cidî yên dewletê hene. Welat veguheriye girtîgeha rojnamegeran. Hejmara rojnamerên jin gelek zêde ye. Gelo çima hevalên me di girtîgehan de ne. Ji ber ku mêr, dewlet ji jinan nerehetin. Jin hem zextên mêran hem jî yên dewletê teşîr dikin. Jin li dijî nûçeyên rupelên sêuyemîn, li dijî zîhniyeta mêr, li dijî zimanê mêr, li dijî dewletê wek hêrsekê serî hil didin.”   ‘Ji bo rastî derkevin holê êrîş dikin’   Edîtora JINNEWS’ê Roza Metîna jî diyar ki rku rojnameger, bi taybet jî rojnamegerên jin ji aliyê hikûmetê ve her tim hedef tên girtin û wiha pê de çû: “Rojnamegerên jin bi cesareta ku ji Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat girtine li qadan cihê xwe digirin. Zîhniyeta mêr bi hezaran salî ye li her qadê êrîşê jinan dike. Tehemulê serkeftina jinan nakn. Ji ber vê jî jinên rojnameger yên vê zîhniyeta dewletê teşîr dike rastî zextan tên. Bi taybet rojnamegerên Kurd li dijî her cureyê êrîş û zextan serkeftinên mezin bidet xistin. Ji bo rastî di taritiyê de nemîne têkoşînek mezin dane. Pergal jî ji bo rastî derkevin holê êrîşên xwe berdewam dike. Çapemeniya Azad tu car serî netewand.”