ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2019’AN 2019-10-06 09:00:00   * Jinên ciwan yên  taxa  Şêx Meqsûd  a Helebê,  derbarê kar,  xebatê û rola ciwana di nava civakê de ev tişt gotin:  "Em ê  jinên ciwan xwedî li ked û têkoşîna xwe derkevin û bi fikir û felsefeya azad civakeke saxlem ava bikin." DÎMEN HEYE   * Berdevka Komîteya Rêvebirina Dibistanan Behiya Memo bandora bikaranîna înternêtê ji aliyê civakê nirxand û got: "Telefon û malperên medyaya civakî dibin sedema veqetîna civakê." DÎMEN HEYE   * Dayikên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne,  di nava rêxistina Kongreya Star de cih digirin, derbarê kiryarên dewleta Tirk yên ku li Efrînê tê kirin wiha gotin: "Dewleta Tirkiyê di Efrînê de çanda gelan qir dike, Em ê têbikoşin heya bighêjin armanca xwe." DÎMEN HEYE   *Elîf Ozturk ku di komkujiya Gara Enqereyê de bi keça xwe Ozgecan Zavar re birîndar bû û hevala xwe Berna Koç winda kir, diyar kir ku piştî komkujiyê şûnde bi bombeyên gazê re polîsan gule li birîndaran reşandiye û got wê şemiya herî dirêj jiyaye. DÎMEN HEYE   *Avabûna Jin bi Hev re Xurtin, li dijî şîdet û kuştina jinan bi dirûşmeya ‘Demildest pêşî li kuştinên jinan bigirin’ kampanya dan destpêkirin. Ji avabûnê Tulay Korkutan balkişand ser zêdebûna kuştinên jinan û diyar kir ku ev rêjeya bi xof dikare bi polîtîka pêşîgirtina dewletê pêşî lê bê girtin. DÎMEN HEYE   *Rojnamegerên jin ku mîrateya Gurbetellî dewr girtin û li dijî çapemeniya serdet ya mêr têkoşîn dan diyar kirin ku ew li dijî zimanê serdest, zîhniyeta serdest, nûçeyên rupelên 3’yemîn wek hêrsekê derdikevin qadan. DÎMEN HEYE   *- Endamên Komeleya Nivîskarên Jin balkişandin ser girîngiya xwepêşxistinê û wiha gotin: “Jin di vê civakê de ji bo li ser piyên xwe bisekinin divê bixwînin. Jinên bixwînin wê bandorê li ser gelek kesî bikikin. BI DÎMEN   *Welatiyan bertek nîşanî dema ji bo fatureyên ceyranê û zêdebûna bacan da û ji hikûmetê re wiha gotin: “Ma em di tariyê de run in, em çi bixwin çi vexwin? Êdî bes e, em vê heq nakin. Dest ji gel berdin.”