Bi mijara penceşêra memikan semînerek hat lidarxistin 2019-10-05 16:36:30   QAMIŞLO - Li Qamişloyê ji hêla Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jinên Azad a Rojavayê ve bi mijara penceşêra memikan semînerek hat lidarxistin û hat diyar kirin ku dê xebatên bi vî rengî bê domandin.   Weqfa Jinên Azad a Rojava û bi Heyva Sor a Kurd re di çarçoveya hemleyê de dest bi xebata hişyariya xwe parastina penceşêra memikan hat destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de îro hem belavok hat belavkirin û hem jî semîner hat lidarxistin.    Bi beşdarbûna bi dehan Endamên Weqfa Jinên Azad, Heyva Sor a Kurd û jinên bajarê Qamişloyê semîner dest pê kir. Xebat dê heta dawiya meha cotmehê bidome. Tê armanckirin ku hişyarî û zanebûnê nexweşiya penceşêra memikan li her derê bê berdevamkirin.    Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê û Rêveberiya beşê tendrûstî ya Weqfa Jinên Azad Şîlan Belo di semînerê de axivîn û gotin: "Xebata me ji bo hişyarkirina mijarê ye. Em dixwazin zûtirin nexweşiyê nas bikin. Ji ber ku çiqas zû nas bikin dikarin ev qas li dijî vê têbikoşin.    Hemşîre Şehnaz Mûsilî li ser nexweşiya penceşêra memikan axivî û diyar kir ku divê jin her meh biçin nexweşxaneyê ji bo kontrolê.    Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.