Xizmên Windayan: 556 heftene li qadan daxwaza edaletê dikin 2019-10-05 16:11:37   AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 556’emîn de çalakiya xwe li dar xistin û gotin divê Tirkiye bi heqîqetê re rû bi rû were.   Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 556’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê, xizmên windayan û Hevşaredarê Bajarê Mezin a  Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin û rêveberên rêxistina CHP’ê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê dosyeya Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin, bê ronîkirin.    'Daxwaza edaletê dikin'   Hasan, anî ziman ku ev 556 heftene li qadan daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Divê Tirkiye bi heqîqetê re rû bi rû were. Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li gundê Vartînîs ê navçeya Korkût a Mûşê, leşkeran di operasyonê de ji malbata Ogut 9 kes kuştin. Di salvegera bûyerê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Faîl li hemberî darazê hatin berdan. Lê emê lêgerına edaletê ya malbata Ogut dewam bikin.”    Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Tahîr Koçû û Dervîş Savgat ên di 1’ê Sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî yê navçeya Cizîr a Şirnexê dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.