Li Qoserê bernameya jinan: Li dijî êrîşan rêxistibûn girîng e 2019-10-05 14:11:52   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê bi navê "Em xwedî li destkeftiyên jinan derdikevin" ji bo jinên Qoserê bernameyek organîze kirin.    Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qosera Mêrdînê taştê da jinan. Li gel jinên Qoserê, parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Ebru Gunay, hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak, hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û cigira hevşaredar Dîlber Sulhan tevlî bernameyê bûn.   'Li dijî êrîşan rêxistinbûn girîng e'   Piştî taştê hevşaredara Qoserê Nîlûfer axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya meclîsa jinê û têkoşîna jinên kurd. Nîlûfer, da zanîn ku li qadan, li kolanan û li meclîsan jin her tim li ber xwe dan û wiha got: "Dema jin azad bibe dê civak jî azad bibe. Divê em bêtir xwedî li têkoşîna jinê derkevin."   Parlamenter Ebrû Gunay, destnîşan kir ku li hemberî pergala mêr têkoşînek didin û wiha axivî: "Yekîtiya jinê û piştewaniya jinê bêhtir jinê xurt dike. Heke em bi hemû jinan re bikarin piştewaniyek avabikin dê zêdetir em ê bi hêzbin. Her wiha li hemberî destkeftî û têkoşîna jinan êrîşeke mezin heye. Li dijî wê yekê divê em xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin."