Derbarê nexweşiya penceşêra memîkan de belavok hatin belavkirin 2019-10-05 13:42:45   QAMIŞLO - Weqfa Jinên Azad a Rojava di çarçoveya hemleya xwe de ji bo agahdarkirina nexweşiya penceşêra memîkan li kolanên Qamişloyê belavok belav kirin.    Îro Weqfa Jinên Azad a Rojava di çarçoveya hemleyê de ji bo agahdarkirina nexweşiya penceşêra memikan xebatek da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de li tevahiya kolanên Qamişloyê belavok hatin belavkirin.    Di belavokan de der barê nexweşiya penceşêra pêsîran de agahî hatin dayin. Her wiha di çarçoveya xebatê de îro jî li Navenda Weqfa Jinên Azad a Rojavayê semînerek dê bê dayîn.    Her wiha xebatên agahdarî û hişyariyê dê heta dawiya meha cotmehê bidome.