Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ket roja xwe ya 48'an 2019-10-05 13:22:47   WAN - Çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin bê navber didomin. Li Wanê di çarçoveya Nobeta Demokrasiyê de îro 48'emîn çalakiya rûnîştinê hat lidarxistin. Di çalakiya îro de hat gotin ku qayûm tê wateya darbeya li hemberî demokrasiyê.    Nobetên Demokrasiyê ya ku ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî destpêkirin ket roja xwe ya 48'an. Nobetên Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatî destpêkirin li gel astengî û dorpêça polîsan didome.    Li Wanê Nobeta Demokrasiyê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk hat. 48 roj in parlamenter, hevşaredar, hevserok, endamên HDP'ê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe didin. Îro endamên KES'ê, nûnerên herêmî û navendî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî nobetê bûn.    Di nobetê de hat destnîşan kirin ku tayînkirina qeyûman tê wateya darbeya li hemberî demokrasiyê. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya bajêr Umît Dede êrîşên li hemberî kesên bi KHK'ê ji kar hatî dûrxistin pêk hatî şermezar kir û berxwedana wan silav kir.    Di çalakiya rûniştinê de girse bi yek dengî dirûşma "Em natirsin û em bêdeng nabin û em îteat nakin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.