Zarokên Efrînê: Em bi zimanê dayikê dixwînin û diaxivin 2019-10-05 12:55:30   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan a Şehbayê bi cih bûne, di derbara jiyanên xwe ya li kampê axivîn û gotin: "Em gelek bişansin ku em bi zimanê dayikê dixwînin û diaxivin."   Zarokên Efrînê yên ku dibistan û malên wan hatine talankirin, îro li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi malbetên xwe re dijîn û berxwedaniya xwe didomînin. Zarokan kon veguharandin cihê fêrbûnê û dibistanên xwe di bin konan de avakirin û dest bi xwendina zimanê zikmakî kirin. Têkildarî vê mijarê zarokan nêrînên xwe parvekirin.   'Em ji zimanê xwe hez dikin'   Zaroka bi navê Xedîce Hisên qala hezkirina wan ji zimanê dayikê re kir û got: "Em rojane nîv roj diçin dibistanên xwe ji bo bi zimanê kurdî fêr bibin. Piştî dibistanê em zarok bi hev re erkên xwe çareser dikin û di nava kampan de dilîzin. Em zarokên Efrînê gelek ji zimanê dayikê hez dikin û em kêfxweşin ji ber bi zimanê xwe em dixwînin û daxivin."   'Em bi hev re li ber xwe didin'   Ehmed Bîlal a refa 6’emîn û li kampa Berxwedan dixwîne hestên xwe anî ziman û wiha domand: "Em ji mamosteyên xwe gelek hez dikin, ji ber ku pêwîstiyên me yên dibistanê pêk tînin, piştî dibistana xwe diqedînin em li mal xwendinên xwe berdewam dikin, em zarok jiyana xwe bi hev re di kampa berxwedan de didomînin."   'Em gelek bi şansin ji ber bi zimanê xwe dixwînin'   Her wiha zaroka bi navê Xalîde Ehmed jî diyar kir ku heya dawiya jiyana xwe wê bi zimanê kurdî baxivin û wiha pê da çû: "Em zarokên Efrînê, gelek kêyfxweşin ji ber ku îro bi zimanê xwe daxivin û dixwînin, me ji konan dibistan çêkirin û xwendina xwe didomînin. Em zarok heya dawiya jiyana xwe em ê bi zimanê kurdî baxivin.”   'Zimanê Kurdî zimanê me ye'   Bahoz Eloş jî qala pêşketinên xwe di aliyê zimanê dayikê de kir û got: "Em bi xwendina zimanê dayikê  pêşdixin, em gelek bi şansin ku zimanê kurdî ye. Dijmin çi dike bila bike nikare me ji zimanê dayikê bihelîne û tune bike.”