Rojnamegerên jin: Em bi pênûsa wan nivîsandinê berdewam dikim 2019-10-05 09:24:55   Safiye Alagaş STENBOL - RojnamegerGulcanDerelî bi wesîleya Roja Rojnamegerên Jin yên Kurd axivî û got: “GurbetellîErsoz, DenîzFirat û Nujiyan Erhan jinên ku dîrokarojnamegeriya jinên Kurd nivîsîne. Em jî bi pênûsa wan nivîsandinê berdewam dikin.” Nîlgun Mete jî got: “Xebata di çapemeniya Kurd de cesaret, wijdan û xebatek têr û tije dixwaze.” RojnamegerOzgurtGundemê ku di 26’ê nîsana 1993’an de bi dirûşmeya ‘wê rastî di tariyê de nemînin’ ji nûve dest bi weşanê kir, GurbetellîErsoz jî wê demê di rojnameyê de dest bi xebatê kir û yekemîn gerînendeya giştî ya jin a Tirkiyeyê bû. Gurbetellîkeda wê di kevneşopiyaçapemeniya azad de gelek mezin bû û li dijîzimanêserdest yê çapemeniyamêr, di esasa jinê de nûçegîhanî kir. Gurbetellî têkoşîna ku jinan li dijîzîhniyeta 5 hezar salî bi pênûsa xwe vegot, têkoşîna li dijîzîhniyetayekparêz ya wê demê vegot. Gurbetellî di 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da û li ser vê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin yên Kurd îlan kir. Ji duhheta îro tevî hemû binçavkirin û girtinanpênûsaGurbetellî li erdê nema. Jiyan Erdem, Sarya Onur, Şîlan Aras, DenîzFirat ji bo rastiyê derxistin holê jiyana xwe ji dest dan. Rolarojnamegerên jin ên Kurd EdîtoraRojnameyaYenî Yaşam GulcanDerelî da zanîn ku rojnamegerên jin yên Kurd bi salan eli dijîzextantêkoşînek mezin didin û rastiyandinivîsinin. Gulcanê wiha got: “Tevî hemû zextên mezin yên pergalêtevgera jinan gelek pêş ket. Tu car xwe ji têkoşînênedan alî. Rojnamegerên Jin yên Kurd ji têkoşîna femînîst û tevgerên cuda yên jinan re bûn çavkaniyaîlhamê. Kêm be jî me zimanêzîhniyetaserdestşikand. Êdî rojnamegerên jin li dijîzîhniyetaserdesttêkoşînê dimeşîne.” ‘Têkoşîna me li dijîhevpîşeyên me yên mêr jî heye’ Gulcanê destnîşan kir ku GurbetellîErsoz, DenîzFirat, Nujiyan Erhan jinên ku dîrokarojnamegeriya jinê ya Kurd nivîsîne û wiha pê de çû: “Em jî bi pênûsa wan nivîsandinê berdewam dikin. Di her qadajiyanê de ji bo meşandina têkoşîna wan em bi dildarîdixebitin. Em li qadê dema dixebitin em li dijîhevpîşeyên xwe yên mêr jî têdikoşin. Hevpîşeyên me dibêjin em dikarin nûçeyançêbikin hûn nikarin. Lê rastî ne ev e. Jin nûçeyên pir baş û xweş çêdikin.” ‘Em ê bi berxwedanê berdewam bikin’ Gulcanê bi lêv kir ku gelek rojnamegerên jin niha girtîne û got: “Li ser jinên Kurd êrîşekcidî heye. Ji ber jin hişyariyekêdijîn, di her qadajiyanê de li dijîzextan serî hildidin. Me pênûsaGurbetellîdewrgirtiye. Em têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bi berxwedanê bidomînin.” ‘Li herêmêrojnamegerî pir zehmet e’ EdîtoraPîrha Haber Nîlgun Mete jî diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegeranveguheriyegirtîgeheke mezin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha bi dehan rojnameger girtî ne. Li Tirkiyeyê rewşa rojnamegerên jin zehmet e. Hele Kurdbûnzehmetir dike. Desthilatdarîrojnamegerên Kurd terorîstîlan dike. Ji ber vê rojnameger nikarin peywira xwe bikin. Li her derê dikarin bên binçavkirin. Kamera û wênekêşên wan tên şikandin.” ‘Wijdan û cesaretê dixwaze’ Nîlgunê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebata di çapemeniya Kurd de zêdetir fedekariyê dixwaze. Hewldanek mezin hewce ye. wijdan û cesaretê jî dixwaze. Gelek kes dixwazin di çapemeniya Kurd de bixebitin lê cesareta wan tune. Divê hemû rojnamegerên jin bi rojnamegerên jin yên Kurd re bikeve piştevaniyê. Rojnamegerên jin yên Kurd xwedî wijdanin û tevî hemû zextan di riya xwe de dimeşin.”