Li girtîgeha Mêrdînê îşkence li jinan tê kirin 2019-10-05 09:23:00   MÊRDÎN - Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, bi nameyeke ku ji ajansa me re şandin anîn ziman ku di girtîgehê de bi awayek kêyfîcezayê hevdîtinê li wan tê birîn, rastî lêgerîna tazî tên û tên derpkirin.   Girtiyên siyasî yên jin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimînin ji ajansa me re name şandin. Jinan di nameya ku şandin de anîn ziman ku cezayêkêfî ji aliyêrêveberiyagirtîgeê de li wan tê birîn û bangahestiyariyê li raya giştî kirin.   ‘Em silavên xwe ji we re dişînin’    Jinên ku di destpêkanameya xwe de diyar kirin ew silavên xwe ji Çapemeniya Azad re dişinin di berdewamiyanameya xwe de wiha gotin:“ Weki ku hûn jî dişopînin di demên dawiyê de neyar li girtîgehan politikayên tundiyê yên nûh li dijî me de bi pêşdixe. Li girtîgeha ku em lê ne jî di demen dawiyê de hem di hêlafîzîkî û hem jî di ya derûnî de pir zêde bi ser me de tên. Lê em dizanin ku li hemû girtîgehan bi heman hişmendiyêtevdigerin. Me jî xwest em bi rêya çapemeniyê vê rastiyê ji raya giştî re vebêjin.   Cezayê hevdîtinê birîn   Ji ber ku me Rojbûna Serokatî pîroz kir mehekêcezayê ku em bi malbatên xwe re hevdîtinê nekin li me birîn. Piştî wê bi demekê ji ber ku du hevalên me hatin sirgûnkirin me çalakiyaşermezarkirinê li dar xist û carek din cezayêqedexekirina hevdîtina bi malbatê re li me hat birîn. Piştî wê me bi mudurêgirtîgehê re hevdîtin kir lê wî me tehdît kir ü got ‘ Ez ê we ji bo her tevgerekwe ya ji rêzê re jî sirgûndîsaberiya çend rojan çend hevalên me li ber stranênkurdîdîlan girtin û ji bo vê jî careke din cezayêqedexekirin hevdîtinê li me hat birîn. Ji bo ku em û wan pev biçin her dem me tehrîk dikin. Hevalên me yên ku dibin dadgehê di dema vegerê de lêgerîna tazî li wan dikin yên ku vê qebûllnakin jî bi cezayê hücreye tên cezakirin.   ‘Hevalên ji doza Nisênînê anîn cem me’   Ji doza Nisêbînêheval ji bo dadgehê anîn cem me. Li gel temenê wan ê biçûk jî li wan jî lêgerîna tazî ferz kirin. Hevalanberteknîşanî vê da. Ji ber vê cezayêhucereyê li wan tê birîn. Ji van hevalan yek jê dema diçe dadgehê dirûşmêberz dike û ji ber vê leşker lêdidin. Li gel ku em itiraz ji dikin em tu encamê bi dest naxin. Em ji parêzeran jî bi gazin in divê zêdetirhewl bidin û bi ser van dijhiqûqiyan de biçin. Herwiha em bangahestiyariyê li tevahiya raya giştî dikin ku li hember van dijhiqûqiyanbêdeng neminin.”