Meral Daniş Beştaş: Ne reform e, pakêta tûrik e 2019-10-05 09:18:57   BerîtanCanozer AMED - Meral Daniş Beştaş ya HDP’î der barê Reforma Darazê de axivî û diyar kir ku ev ne reforma darazê, pakêtatûrik e û got: “Ev pakêt jî tenê makyaj e. Em vê pakêtê bi tu awayî nas nakin.” Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, der barê Reforma Darazê de axivî û hem pakêt hem jî hikûmetrexne kir. Meralê da zanîn ku pakêta hatiye aşkerakirintaybetiya wê ya reformêtune û tenê ji çend sererastkitinên ku jê re dibêjin reform hatine kirin. Meralêdaxuyakirin ku AKP ji 2022an heta niha bi daxuyaniyên xwe yên reformê bûye klasîkek. Meralê di berdewamiyaaxaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev klasîkçi ne gelo? Ewilzextan, êrîşan û pêkanînên wek xespê pêk tîninpiştre jî pakêtên ku civakêrehet bike tînin. Hemû reform jî bi heman mantiqê hat kirin. Yek ji van jî ev e. Ev 6-7 mehên dawî ye, bi civakê re bendewariyek hat avakirin. Ê ev terza ku Desthilatdarî li ser rêveberiyê bimîne ye. Ev ji pêngavêndemokratîk gelek dûr e. ‘Bi dehan rojnamegerên tên darizandin hene’ Meralê der barêhewldanasererastkirina rakirina ezmûnaparêzeriyê û derxistina 5 salan a fakulteyahiqûqê de jî got: “Dewleteke ku hiqûqê nas nake, behsa ku hiqûqnasan bê ezmûnderbas bike û dirêjkirina pêvajoya ezmûnê dike. Li wir monteyek kirine. Ji vê re jî dibêjin reform. Li tu derê, di tu destûrabingehîn de îfadekirinafikr û ramanê ne sûc e. Qanûnekazadiyafikr û ramanê heye. hikûmeteke vê nas nake heye. Mînakrojnameger xwedî mafê rexnekirin û şîrovekirinê ne lê tên astengkirin. Ji ber vê bi cezayên giran tên darizandin.” Meralêdaxuyakirin ku li Tirkyeyêmijarek din ya girîng jî serbixwebûnadarazê ye, lê daraz bi aliye. Meralê ev tişt bi lêv kir: “Serokomarraste rast mudaxaleyêdarazê dike. Li welat siyasetadîkta tê meşandin. Ev pakêt jî tenê makyaj e. Tu tiştekîn nîne. Tirkiye bi rastî niha serberjêr dibe. AKP hem di polîtîka hundir hem di ya derve de ketiye tengezariyek mezin. Em vê pakêtê bi tu awayî nas nakin.”