Nobedarên Demokrasiyê: Biryarbûna me wê bidome 2019-10-05 09:12:32   WAN - ÇalakgerênNobetaDemokrasiyê ku li dijîqeyûmêntayînê şaredariyê bûn, dest bi çalakiyê kirin, diyar kirin ku wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan qeyûmanbişînin û biryarbûna wan wê bidome. Di 19’ê tebaxê de ji bo şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin û piştî vê gel li dijîqeyûman HDP’ê dest bi NobetaDemokrasiyê kir û di roja 48’an de didome. Li Wanê jî jî di rojênewil de li Parka Hunerê ya Kolana Cumhuriyetêçalakiya dest pê kir û piştre li avahiya HDP’aRêyaArmûşêveguherîNobetaDemokrasiyê. Her tiştetevlîbûnaçalakiyêzêdetir dibe û siyasetmedar, hevşaredarênmazbatayên wan nehatin dayîn, nûnerênsaziyêncivakasivîl tevlî dibin. ‘Em bi gelê xwe re li qadan e’ HevşaredaraHDP’î ya Tuşbayê ku bi hinceta bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata wê nehat dayîn, Ayşe Mînaz diyar kir ku ew li dijî hemû astengiyan, li dijîqeyûmantêdikoşin û got ew bi gelên xwe re li van qadan wê berxwe bidin. ‘Têkoşîna me wê bidome’ Hevşaredara HDP’ê ya Ebexê ku mazbata wê jî bi heman hincetê nehat dayîn, Leyla Atsak jî wiha got: “Bi destê qeyûm du deme şaredariyên me tên xespkirin. Bi KHK’iyan gelek saziyên me hatin girtin. Em li dijî vê zilmê wê her tim li ser piyan bin. Jin li dijî vê zilmê her tim li ser piyan bûn û wê wisa be. Heta qeyûm biçe wê têkoşîna me bidome.” ‘Em vê darbeyêqebûlnakin’ SongulIşik jî bi lêv kir ku ew vê darbeya li îradeya wan xistineqebûlnakin û got dema mijar dibe Kurd, ji bo pirsgirêk çareser nebe, hemû hêzênfaşîst tên gel hev û pirsgirêkêkûrtir dikin. Devlet Çîftçî jî berteknîşanêqeyûman da û got divê gelê Kurd li dijîqeyûman têkoşîna xwe bidomîne û got ew şer naxwazin aştiyê dixwazin. ‘Divê her kes xwedî li denga xwe derkeve’ Sivanperî Solar jî berteka xwe bi gotinên ‘qeyûmheqeretek mezin a li hember Kurdan e’ ‘u da zanîn ku wan bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijartine û divê her kes ji ber vê jî xwedî li denga xwe derkeve. Hanim Akkuş jî daxuyakirin ku divê di serî de jin tevlî NobetaDemokrasiyê bibin û got: “Bi qeyûman çav berdan destkeftiyên gelê Kurd. Di serî de jin divê gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê heta dawî çalakiyên xwe bidomînin.” Mizgîn Bor jî berteknîşan dan û bi lêv kir ku li dijî hemû dijhiqûqiyan, gelê Kurd têdikoşe û her wiha da zanîn ku wê tu kes biryarbûna wan neşikîne.