'Em ê bi berxwedan û tekoşînê vegerin Efrînê' 2019-10-05 09:04:30   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jina bi navê Eliye Yesîn Omer a ji gundê Dargirê ya girêdayî navçeya Mubeta Efrînê ye û niha li gundê Kefer Gorês a Şehbayê bi cih bûye axivî û got: "Dewletên navneteweyî bûn sedema rewşa me ya niha."   Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gelê wê derê neçar man di nav şert û mercên giran de bijîn. Yek ji wan malbatan, malbata Eliye Yesîn Omer e. Eliye girêdayî êrîşên li ser Efrînê û rewşa niha parve kir.    'Derfetên me tune ye em pêwîstiyên mala xwe pêk bînin’   Eliyeyê di despêka axaftina xwe de behsa şertên ku tê de dijî wiha dibêje: "Rewşa ku em niha dijîn ên ku tenê ev zilim temaşe kirin bûn sedem. Em di malek bê pencere û derî de dijîn û derfetên me kêm e ku malê çêbikin. Em alîkarî ji kesî naxwazin, tenê armanca me, vegera Efrînê ye."   'Demsala zivistanê nêz dibe'   Eliyeyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hatina zivistanê û wiha pê de çû: "Em nêzî mehekê di mala xirab de dijîn. Zarokek min heye û hevjîna min di kargeha paqijiyê de kar dike. Piştî koçberiyê rewşa jiyanî zehmet dibore. Niha jî demsala zivistanê nêzîk dibe, pêwistiyên çêkirina mal heye, ji ber ku mal bê pencere û derî ne."    'Ji bo zaroka xwe ez her tiştî tehemûl dikim'   Eliyeyê teqez kir ku tevî astengiyan ew debara xwe dikin da ku vegerin Efrînê û wiha domand: "Di zivistanê de zarok nexweş dikevin. Rûyê zarokê min bûye birîn, ez her hefte derzî lêdidim, ji bo zarokê xwe ez her tiştî tehemûl dikim. Em îro bi rihê vegera Efrînê li vir dijîn."   'Em ê bi berxwedan û têkoşînê vegerin cih û warên xwe'   Eliyeyê destnîşan kir ku tu dewlet bi gelê Efrînê re nabin alîkar û wiha got: "Tu dewlet alîkariyê ji gelê Efrînê re pêşkêş nakin. Em çiqas êş bikşînin jî em ê bi berxwedan û têkoşînê vegerin cih û warên xwe."